KCDK-E: Em Cejna Remezanê bikin wesîleya hevgirtin û parvekirinê

KCDK-E'yê got, "Divê em vê cejnê bi xurtkirina yekîtiya neteweyî û ruhê hevgirtina hevpar a hemû gelê xwe, li dijî dagirkeran rawestin. Ji bo mezinkirina pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke firsendekê bi kar bînin."

PEYAMA CEJNA REMEZANÊ

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya Cejna Remezanê ji malbatên şehîdan, gelê Kurd û mirovahiyê yên bindest re daxwaza azadî, wekhevî, biratî, demokrasî û edaletê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hovên sedsalê û dijminê gelê Kurd desthilata faşîst a AKP-MHP, polîtîkayên xwe yên komujiyê li ser gelê me didomîne" û hat ragihandin, gelê Kurd tevî êrîşên qirkirinê yên bênavber Cejna Remezanê di nava aştî û biratiyê de pîroz kir.

Daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E'yê wiha ye:

“Cejn rojên ku ji baweriyên cuda ruhê xwe yê hevgirtinê zêde dikin, birînên xwe derman dikin. hevgirtina wan û berdewamiya seferberkirina hemû çavkaniyên xwe li dijî xizaniya ku bandorê li mîlyonan dike. Di vê Cejna Remezanê divê em  xwedî gelê xwe yê hewcedar ên i herçar parçeyên Kurdistanê derkevin. Di vê cejnê de yekitiya netewî û ruhê hevpar ê hevgirtinê xurtir bikin.

Werin em di cejnê paradîgmaya Rêber Apo ku mirovahiyê tîne cem hev, dawî li dijminatiya gelan û baweriyan tîne û jiyana hevpar geş dike ji her kesî re vebêjin û ji her demê bêhtir bi awayekî xurt daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin.

Divê em piştgiriyê bidin gelê xwe yê ku bi hestên xwe yên yekitî û yekîtiyê li derdora ramanên Rêber Apo yên ku mirovahiyê kom bûne, li dijî dewleta faşîst a ku malên wan hatin şewitandin, xerakirin serî netewandine û li ber xwe didin di vê cejnê de bi tenê nehêlin. Divê em hevgirtina madî û manewî xurt bikin û têkoşînê berfireh bikin.

Divê em vê cejnê weke firsendekê bikar bînin da ku bi wesîleya cejnê pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bigihînin hemû gelan.

Weke KCDK-E em cejna hemû mirovahiyê bi taybetî li gelê Kurd pîroz dikin, bi hêviya ku ev cejn bibe sedema azadî, wekhevî, biratî, demokrasî û edaletê li gelan û mirovahiya bindest. hevgirtin û parvekirinê.”