KON-MED: Em cejnê ji destdirêjiyê û hişê koletiyê rizgar bikin

KON-MED’ê Cejna Remezanê li tevahî alema Îslamê, di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Armanca sereke ya têkoşîna me ew e ku em cejnê ji destdirêjî û ji hişê koletiyê rizgar bikin.”

Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Elmanyayê (KON-MED) bi boneya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da. KON-MED’ê daxuyand ku ji bo ku em vê zilm û inkara li ser gelê xwe bi dawî bikin divê di serî de azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya gelê xwe misoger bikin.

Daxuyaniya KON-MED’ê wiha berdewam kir: 

“Gelê me bi dehan salan e ji bo azadiyê têdikoşe û berdêlên mezin ji rumeta xwe daye. Dewletên mêtinger li welatê me Kurdistanê bi rêbazên qirêj ên şerê taybet li ser gelê me qirkirina siyasî, çandî, civakî û aborî her ku diçe pêş dixîne. Yek ji mezintirîn şerê taybet ên hêzên mêtinger di warê olî de polîtîkayên qirkirin û bişaftinê yên ku di bin maskeya olê de li ser gelê Kurd dide meşandin. Lê Îslam di esasê xwede van nêzikatiyan rast nabîne û red dike. Gelê me bi maf, dad û wekheviyê di cewher û çanda Îslamê de xwedî baweriyeke xurt e. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd wê bi cewhera çanda Îslamê bersivê bidin wan derdorên ku van polîtîkayên zilmê bi kar tînin. Ji bo ku em vê zilm û inkara li ser gelê xwe bi dawî bikin divê em di serî de azadiya Rêbertiyî û statuya gelê xwe misoger bikin û ev jî encax bi yekitî, bi rêxistinbûn û bi mezinkirina têkoşîna doza azadî ve pêkan e. 

Gelê Kurdistanê tu carî vê cîhana ku ji kelha zilmê ve li ser navê Îslamê hatiye avakirin qebûl nake. Û bi salan e di bin pêşengiya mirovê mezin Rêber Apo de têkoşîna xwe ya ji bo hebûna mirovahiyê didomîne. Armanca sereke ya têkoşîna me ew e ku em cejnê ji destdirêjî û ji hişê koletiyê rizgar bikin, wateya cejnê ya rasteqîn bidin jiyîn û bi hemû kelecana rast bigihêjin cewherê cejnê. 

Em Weke KON-MED’ê Cejna Remezanê li tevahî alema Îslamê, di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê me yê li her çar parçe Kurdistanê, derveyî welat, dîsa malbatên şehîdan, li girtiyên zindanan û li hemû qadên têkoşînê pîroz dikin.”