Li Zanîngeha Sorbonneyê parêznameyên Abdullah Ocalan hatin xwendin

Li Zanîngeh Sorbonneyê ya ku yek ji zanîngehên herî bi prestîj ên cîhanê ye, beşên parêznameyê yên li ser azadiya jinê, bingeha têkoşîna şoreşgerî û felsefeya Jin Jiyan Azadî hatin xwendin û nîqaş hatin kirin.

PARÊZNAMEYÊN ABDULLAH OCALAN

Li Zanîngeha Sorbonneyê ya li paytexta Fransa Parîsê ye û yek ji zanîngehên herî bi prestîj ên cîhanê ye, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Di çalakiya ku ji aliyê xwendekarên ji pêkhateyên cuda ve hat organîzekirin de, beşên parêznameyên Abdullah Ocalan ên li ser têkoşîna şoreşgerî û azadiya jinê û bingeha felsefeya Jin Jiyan Azadî hatin xwendin û nîqaş hatin kirin.

Her wiha behsa şert û mercên giran ên tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî hat kirin, hat gotin ku Parlamentoya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê CPT erka xwe pêk neanîne. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku divê li dijî pêkanînên dewleta Tirk ên li dijî hiqûqê helwesteke rêxistinkirî bê nîşandan û Şoreşa Rojava ya ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan tê de hatiye jiyîn, bê parastin û berfirehkirin.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya ku wê di navbera 15-19'ê Nîsanê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin, hat kirin.