Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helsînkî hat pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li komeleya NCDK’ê ya Helsînkî hate pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li komeleya NCDK’ê ya Helsînkî hate pîrozkirin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damzerandina PJAK û YPJ’ê hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wê li avahiya komeleya NCDK’ê ya Helsînkî hat li darxistin.
Pîrozbahî bi deqîqek rêzgirtina ji bo şehîdên tekoşîna rizgarî dest pê kir. Piştre li ser girîngiya rojê axaftin hatin kirin. Her wiha di pîrozbahiyê de ji bo kesên rojî girtibûn xwarina fitarê hat dayîn.
Piştî fitarê pîrozbahî bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.