Li Mannheîmê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi çalakiyek ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî Berîvan ve hate pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi çalakiyek ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî Berîvan ve hate pîrozkirin.
Çalakiya ku jin, zarok û gelek welatparêz beşdar bûn, saet di 15:00’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mannheîmê destpê kir.
Di axaftinan de serketina hilbijartinê ya DEM Partiyê û rojbûna Abdullah Ocalan bi hev re hatin pîrozkirin, hat gotin ku "Rojbûna Rêber Apo li hemû mirovahiyê pîroz be. Em her tim dibêjin, baş e ku Rêberekî me yê mîna Rêber Apo heye."
Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.