Balafirên bêmirov ên Tirk ku bi fonên Ewropayê bihatana kirîn hate astengkirin

Fransa û Yewnanistanê balafirên bêmirov ên Tirk ku bi fonê Ewropayê ji Ukraynayê re bihatana kirîn asteng kirin.

27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) gelo wê li ser reforma karkirina foneke derveyî budceyê ya bi navê “Rehetiya ji bo Aştiya Ewropayê (RAE)” bipejirînin k gelek çend caran hatiye zêdekirin û gihîştiye 12 milyar euro li hev bikin?

RAE ji damezrandina xwe heta niha bi taybetî ji bo fînansekirina alîkariya leşkerî ya ku ji hêla dewletên endam ve ji Ukraynayê re hatî dayîn, tê bikaranîn. Ji bo hinekan, ev wekî derfetek ji bo nûjenkirina hêzên xwe yên çekdar hate bikaranîn. Ji ber ku wan kelûpelên xwe yên berê yên Sovyetê dane artêşa Ukraynayê û li şûna wan yên nû kirîn.
Sala borî Estonya ji ber vê kiryarê hatibû rexnekirin. Hin dîplomatên Ewropî ji malpera Polîtîco re bertekên xwe wiha anîbûn ziman: "Ew bermahiyên xwe dişînin Ukraynayê û bi pereyên Yekîtiya Ewropayê ji xwe re yên nû dikirin." 

RAE li gorî aboriya wan, alîkariya welatên endam dike. Ev tê wê wateyê ku Elmanya çaryeka vê fînansekirina derveyî budceyê dide. Lêbelê, li ser alîkariya ku ji Kîevê re tê dayîn, Elmanya difikire ku divê ev fînans were baştirkirin. Elmanya dixwaze ji erzaniyê sûd werbigire ji ber ku alîkariya ku dide zêde ye (di 16’ê Sibatê desoza 7 milyar euro yên din dabû).
Di heman demê de, Fransa difikire ku divê pereyên Yekîtiya Ewropayê tenê ji bo kirîna cebilxane û alavên leşkerî yên ku di nav Yekîtiya Ewropayê de têne hilberandin were bikaranîn. Ne bi tena serê xwe ye: Yewnanistan û Komara Yewnan a Qibrisê jî di heman fikrê de ne.

Di 17’ê Sibatê de jî rojnameya I Kathimerinî ya bi zimanê Yewnanî ya Îngîlîzî ragihandibû ku Fransa, Yewnanîstan û Qibrisê kirîna balafirên bêmirov ên taktîkî TB-2 yên şîrketa Baykar a Tirkiyeyê veto kirin.
Rojnameya Yewnanî ku nûçeya xwe dispêre çavkaniyeke dîplomatîk a li Brukselê, diyar kir ku nûneratiyên daîmî yên Yewnanîstan û Qibrisê yên Yekîtiya Ewropayê agahiya ku bi pereyên alîkariyê yên YE’yê ji bo bicihanîna pêdiviyên lezgîn ên Ukraynayê sîparîş dane Tirkiyeyê. Li hemberî vê yekê nûnerên daîmî yên Yewnanistan, Qibris û Fransayê bi lez û bez ketine nav liv û tevgerê û pêvajo asteng kirine.

Ev agahdarî ji hêla  I Kathimeriní yê Qibrisê ve hat pejirandin. Di nûçeyê de ev agahî hatin parvekirin: "Ev ne cara yekem e ku ev her sê welatan li dijî însiyatîfên bi vî rengî xeteke hevpar dipejirînin." Çavkaniyên Yewnanistanê gotin, "Di prensîbê de Yewnanistan piştgiriya parastina serbixwe ya Ewropayê û pêşxistina pîşesaziya parastinê ya Ewropayê dike."

Serfermandarê Hêzên Bejayî yê Fransî General Pierre Schill di rûniştinek li Senatoyê ya Mijdara borî de axivî û got: "Rastiyek din jî ew e ku ji sedî 70 ê balafirên bêmirov ên di şerê Ukraynayê de bi rêyên elektronîkî têne bêbandorkirin. Balafirên bêmirov ên Tirk ku xwedî kapasîteya elektronîkî sînorkirî ne û pir bi hêsanî têne tesbît kirin, niha kêm têne bikaranîn.”