BI DÎMEN

Şehîd Ûgûr Şakar li cihê ku çalakî pêk anîbû hat bibîranîn

Ûgûr Şakar ê ku di sala 2019’an de li dijî Komploya Navneteweyî li ber Dadgeha Krefeldê bedena xwe dabû ber agir, li cihê ku çalakiya xwe lê pêk anîbû hate bibîranîn.

Ûgûr Şakar ê ku di 20’ê Sibata 2019’an de ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Sibata 2019’an de li ber Dadgeha Krefeldê bedena xwe dabû ber agir, li cihê ku çalakiya xwe li dar xistibû hat bîranîn.

 

Di bîranînê de nameya şehîd Ûgûr Şakar a têkildarî çalakiyêî li pey xwe hiştibû, hate xwendin. Piştî bîranînê Hevserokê Înîsiyatîfa Şehîd Ûgûr Şakar Huseyîn Perk û Hevseroka FED-MED'ê Şevîn Sînçer axaftin kirin. Di axaftinan de banga tevlîbûna bîranîna 
li goristana Neûss Neûfrîedhof a ku gora Ûgûr Şakar lê ye pêk were, hate kirin.