Meşvanên Azadiyê li Strasboûrgê gihîştin hev û heta KE’yê meşiyan

Meşvanên di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd de ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê bi rê ketin, li Strasboûrgê li hev civiyan û heta Konseya Ewropayê meşiyan.

Meşa di 22’yê Çileyê de li Parîs ê Fransayê destpê kir, Meşa Enternasyonalîst a ku di 11’ê Sibatê de li Baselê dest pê kir û Meşa Azadiyê ya ku di 9’ê Sibatê de li bajarê Mannheim ê Elmanyayê destpê kir, îro danê sibê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin cem hev.

Meşvanên ku Komploya 15’ê Sibatê weke roja qirkirina gelê Kurd dinirxînin, ji bo şermezarkirina komployê bi rojiyê dest bi rojê kirin.

Civîna ku bi tevlîbûnek mezin pêk hat, veguherî meşa ku li kolanên Strasboûrgê deng veda.

Ciwan ji bo şermezarkirina komplo û tecrîdê ber bi avahiya Konseya Ewropayê ve meşiyan.

Meşa ku ji aliyê weşanên çapemenî yên Ewropa û yên din ve ji nêz ve hat şopandin, bi qasî 10 km şûnde gihişt Konseya Ewropayê. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk û hevkarên hikûmetên Ewropayê hatin berzkirin. Di meşê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Abdullah Ocalan re azadî", "PKK gel e gel li vir e" û “Ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatin berzkirin.

Piştî vê meşê wê sibê 16'ê Sibatê konferansek bê lidarxistin. Êvara heman rojê wê bi otobusê ber bi bajarê Kolnê yê Elmanyayê ve bi rê bikevin.

Sê baskan di tevahiya meşê de ji nuqteyên xwe yên destpêkê heta Strasboûrgê li bajarên ku ziyaret kirin bi şaredarî û saziyên sivîl re gelek hevdîtinên dîplomatîk pêk anîn. Nêzî 1000 qert ji bo piştgirîkirina kampanyaya 100 hezar qertênji bo Abdullah Ocalan bên şandin, hatin şandin. Di sê meşan de bi deh hezaran belavok hatin belavkirin. Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û çareseriya pirsgirêka Kurd ku wê di 17'ê Sibatê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin banga beşdarbûna meş û mîtîngê hate kirin.