Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê di 25'emîn salvegera komploya navneteweyî û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Zanîngeha SOAS’ê, 3’emîn Konferansa Asayî ya Kurd li dar xist.
Konferansa ku wê tevahiya rojê bidome wê di 3 rûniştinan de sernavê “Rastiya Krîza Rojhilata Navîn; Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û Nirxandinên Giştî yên Herêmî”, “Jin Jiyan Azadî; "Li Ser Rêya Azadiya Jinê Avakirina Aştiya Civakî" û Çareseriya Aştiyane ya Pirsgirêka Kurd; Ocalan û Polîtîkaya Tecrîdê” bên nîqaşkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar, Parlamentera berê ya HDP'ê Feleknas Uca, Parlamenterê Partiya Karkeran a Îngiltereyê Brighton Lloyd Russell-Moyle, ji Meclîsa Lordan Maurice Glasman, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlum Dînç, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sêriyeyê yê Ewropayê Dr. Abdulkerim Omar, ji sendîkaya Unite the Unionê Simon Dubbins û gelek kesayetî beşdar bûn.
CIHÊ TECRÎDÊ DI QANÛNÊ DE TUNE YE
Nûnerê Karên Derve yê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê Agît Karataş ku axaftina vekirinê kir got: “Îro ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî û sembolîk e. Em di salvegera 25’emîn a komployên navneteweyî de vê konferansê organîze dikin. Tecrîda 25 salan a li ser Rêber Apo û ev 4 sal in qutkirina bi temamî ya ji cîhanê, gelê Kurd û dostên wan ditirsîne. Tecrîda li ser Rêbertiyê, çi Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê be, çi hiqûqa navneteweyî be, di tu hiqûqa cîhanê de nayê qebûlkirin. Bi pêşengiya hevalên me yekane bersiva gelê Kurd a li hemberî polîtîkayên tecrîdê, têkoşîn û berxwedan e. Em xwedî li pêngava 10'ê Cotmehê ya li dijî tecrîd û esaretê derdikevin û konferansê diyarî pêngavê dikin.”
JI MOLLOY ŞIBANDINA BOBBY SAND
Piştre Parlamenterê Siin-Feînê yê Îrlandayê Francie Molloy got ku ew ji tevgereke ku bi gelê Kurd re di nava heman têkoşînê de ye tê. Francie Molloy anî ziman ku li Parlamentoya Îngiltereyê cih digire, lê beşdarî rûniştinan nebûye û sond xwariye.
Francîe Molloy diyar kir ku têkoşîna gelê Îrlanda û gelê Kurd dişibin hev û wiha got: "Em weke Sinn Feîn emperyalîzma Îngîlîzan red dikin. Em partiyeke aktîvîstên herêmî ne, ne yên ku li pey kariyerê ne. Em çalakgeriya li ser bingehê şoreşgerî esas digirin. Di salên 90'î de ez weke çalakvanekî keim nava siyasetê. Em weke gelê Îrlandayê girîngiya hevgirtinê ya têkoşîna xwe ya bi têkoşînên din ên dost re baş dizanin."
Molloy bal kişand ser taybetmendiyên hevpar ên berxwedanê yên Bobby Sands ê ku di têkoşîna azadiyê ya Îrlandayê de dîl hat girtin û dema parlamenter bû di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Bobby Sands weke namzet hat hilbijartin. Parlamenterê ku di salên ku di girtîgehê de di greva birçîbûnê de bû, Îngilistan ji Bobby Sands ditirse, dewleta tirk jî ji fikr û berxwedana Ocalan ditirse û ji ber vê yekê Ocalan di tecrîda mutleq de tê girtin. Ocalan girtî ye. 25 sal in em dizanin ku fikrên wî azad in. Dibe ku girtî be, lê fikrên wî azad in. Divê em bi daxwaza azadiya girtiyên siyasî yên Kurd, di serî de Ocalanre bibin yek. H Em têkoşîna we silav dikin. Em ê serî netewînin, em ê li ber xwe bidin û aştiyê pêk bînin."

JIN JIYAN AZADÎ
Beşa yekemîn a konferansê bi rûniştina bi sernavê "Jin, Jiyan, Azadî - çareserî û aştiya navbera civakan li Rojhilata Navîn li ser bingeha azadiya jinê" dest pê kir.
Di konferansê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd Denîz Bîlgîn axivî û diyar kir ku bi serhildan û berxwedana jinan a piştî qetilkirina Jina Emînî li Îranê, dirûşma 'Jin jiyan azadî' zêdetir hate bihîstin.
Bîlgîn da xuyakirin ku ev dirûşm civakên cuda yên Rojhilatê tîne cem hev û got, "Ji ber ku di bin vê dirûşmeyê de felsefe heye û ev felsefe xwedî kapasîte û kûrbûna pirsgirêkên jiyanê yên îro ye."
Bîlgîn diyar kir ku dirûşma Jin jiyan azadî ji berxwedana Îranê kevntir e û dîrokçeya dirûşmê ya bi Tevgera Azadiya Kurd û têkoşîna azadiya jinê vegot.
SCHONVELD: EM BI HÊZTIR IN
Endama Damezrîner a Weqfa Ekolojiya Siyasî Eva Schonveld ku di nava Şanda Aştiyê ya Navneteweyî de cih girtibû û di nava heyeta ku beriya demekê dixwest biçe Tirkiyeyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, serdana xwe ya Tirkiyeyê û nêrînên xwe yên ji vê serdanê vegot.
Schonveld diyar kir ku dewleta Tirk zordestiyê li gelê Kurd dike û daxwazên welatê wan qebûl nake û got ku ziman, nasname û çanda gelê Kurd di bin zextê de ye.
Eva Schonveld wiha berdewam kir: "Azadî banga hestiyariyek kolektîf a ji mêj ve ye. Azadî bi bîr tîne: Dema ku em di xizmeta hev û jiyanê de tevdigerin, ji ya ku pergala serdestiyê ji me re dibêje, em gelekî bi hêztir in. Ew dîtiniyek cîhanek ku em hêzê parve dikin, cihêrengiya xwe pîroz dikin, nakokiyên xwe bi guhdarîkirin, têgihiştin û veguheztinê re mijûl dibin. Kesên ku azadiyê dijîn dikarin cîhana me biguherînin û dê biguherînin. Demên bêhêvî yên ku em pê re rû bi rû ne, Jin Jiyan Azadî derxistiye pêş. Ev ne tenê dirûşmek e, vegotina heqîqetê ye û dîtina jiyaneke nû ye. Ev bi hêz û pêwîst e; ne tenê ji bo Kurdan, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ne tenê ji bo jinan, ji bo me hemûyan, ji bo tevahiya cîhanê ye.”
GHOILL: JÎNEOLOJÎ JIYANA KOLEKTÎF E
Endama Komîteya Jineolojiyê ya Skoçyayê Leonna Ni Ghoill bi bîranîna rojnamevan û nivîskara Kurd Nagihan Akarsel dest bi axaftina xwe kir. Leonna Ni Ghoill der barê Jîneolojiyê de ev agahî da: “Jineolojî ne têgîneke ‘femînîzma Kurd’ e. Rizgarkirina jinê û azadkirina civakê ji zanîn û bindestiya pergala baviksalarî ji aliyê bîrdozî ve navenda şoreşa Rojava û tevgera azadiya Kurd e. Jiyana kolektîf, hişmendiya kolektîf û hevkarî pir kevn e û bingeha jiyanê ye.”
Di rûniştinên piştî nîvro yên konferansê de wê 3 rûniştinên bi sernavê "Rastiya Krîza Rojhilata Navîn; Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û nirxandinên giştî yên herêmê" û "Çareseriya Aştiyane ya Pirsgirêka Kurd; Ocalan û Polîtîkaya Tecrîdê" bên lidarxistin.