Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi boneya meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê daxuyaniyek nivîskî da. ADGB’ê diyar kir ku şikandina tecrîdê bi têkoşîna hevpar a hemû dînamîkên civakê pêkan e û banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir.
Daxuyaniya ADGB’ê wiha ye:
“Tecrîda mutleq a ku 25 sal in li ser Rêberê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike, ev 36 meh in di nava bêpeywendiyê de kûr dibe. Tecrîda li Îmraliyê û rewşa heyî, kevneşopiya dewleta faşîst derdixe holê. Li dijî tecrîdê hem li hundir hem jî li derve berxwedaneke mezin didome.
Lê tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye. Ji vir dest pê dike, faşîzm dixwaze Tirkiyeyê veguherîne girtîgehek mezin a gelan. Li metropolên emperyalîst ên ku em lê dijîn, dixwazin li ser bingeha tecrîd, nijadperestî û faşîzmê bi dijminiya biyaniyê xwe bi rêxistin bikin. Nijadperestiya faşîst ku li dijî wê bi sed hezaran kes li kolanan vîna xwe radigihînin, li cîhanê tê pêşxistin.
Di vê wateyê de tecrîda Îmraliyê ne tenê li ser gelê Kurd, di şexsê Rêberê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan de li ser hemû gel, çîn û kedkarên cîhanê tê ferzkirin. Dewleta faşîst a Tirk ji destpêkê ve bi tecrîda Îmraliyê re hewl dide ku neteweya Kurd bê Rêber bihêle û teslîmî wî bibe û qutbûneke îdeolojîk çêbike. Nekarîbû bigihêje vê û wê bi ser nekeve.
TECRÎD LI SER HEMÛ CIVAKÊ TÊ MEŞANDIN
Tecrîda Îmraliyê, parçeyeke ‘Plana Hilweşînê’ ya di sala 2014’an de ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê hat destpêkirin e. Êrîşên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, sûîqestên li ser şoreşger û sosyalîstên Kurd û Tirk parçeyeke giştî yê tecrîda Îmraliyê ye.
Dîsa tecrîda Îmraliyê parçeyek ji xwestekên hêzên emperyalîst û herêmî ye ku li Rojhilata Navîn planên xwe yên aborî, siyasî û civakî bêyî astengî pêk bînin. Bêdengiya dewlet û saziyên Ewropayê ya li hemberî tecrîdê bi vê ve girêdayî ye.
Tecrîda li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe girantir dibe, bandorê li tevahiya civakê dike. Destkeftiyên çîna karkeran tên desteserkirin, rê li ber şîdeta mêran tê vekirin, ciwan ji siberoja xwe tên bêparkirin, îstismara zarokan pêk tê, sûcên nefretê tên birêxistinkirin. Ji ber vê yekê tecrîda li Îmraliyê û pêvajoyên li girtîgehan ne tenê rojeva gelê Kurd û girtiyên şoreşger, rojeva hemû gelên ku hemû qadên wan ên jiyanê veguherandiye girtîgehê ye.
TECRÎD BI TÊKOŞÎNA HEVPAR WÊ BÊ ŞIKANDIN
Şikandina tecrîdê ancax bi têkoşîna hevpar a hemû dînamîkên civakî pêkan e. Di hemû rêbazên têkoşînê yên li dijî tecrîdê de wê li kêleka hev rawestin. Em weke pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bang li her kesî dikin ku tevlî mîtînga 17’ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin bibin û li dijî kesên ku dixwazin cîhanê tecrîd bikin, bi hev re têbikoşin.”