Meşa 25 rojan a ji Parîsê heta Strasboûrgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin li Metzê didome.
Qonaxa Metzê ya meşa dirêj li navenda bajêr destpê kir li ber şaredariyê bi dawî bû.
DENGÊ ABDULLAH OCALAN DAN GUHDARKIRIN
Di meşê de belavokên derbarê êrîşa qirkirina Îmraliyê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin û bi rêya daxuyaniyan derdor hatin agahdarkirin. Her wiha axaftina bi deng a Abdullah Ocalan bi hoparlorê dan guhdarkirin.
Çalakgeran hem ji bo meşa sibê ya Strasboûrgê û hem jî ji bo meşa mezin a Kolnê ku tê payîn bi deh hezaran kes tê de beşdar bibin, daxuyanî dan. Meşvanan bang li hemû Kurdistanî û dostên Kurdistaniyan kirin ku di vê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Kolnê bikin keleha berxwedanê.
GERÎLA SILAV KIRIN
Di meşa ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin silavkirin de bi stranên berxwedanê xwedî li wan derketin. Çalakgeran gelek qertên dagirtin û ji Abdullah Ocalan ê di Îmraliyê de dîl tê girtin re şandin.
STRASBOÛRG QONAXA DAWÎ YE
Qonaxa dawî ya meşa dirêj wê li Strasboûrg ê Fransayê be. Çalakger piştî meşa li ber Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ji bo beşdarî meşa mezin bibin wê derbasî bajarê Elmanya Kolnê bibin.