Parlamenterê Ermenistanê Kînyas Hesenov salvegera 25’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat ji ANF'ê re nirxand.
Hesenov di destpêka axaftina xwe de gel û hêzên ku destên wan di komployê de hene şermezar kir û got, "Ez kesên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û bi canê xwe li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir bi bîr tînim."
Hesenov van tiştan anî ziman:
"Hêzên hegemonîk û kapîtalîzm ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirsin. Hêzên hegemonîk ji bo plan û projeyên xwe yên li Rojhilata Navîn pêk bînin nhewl dan Rêber Apo tasfiye bikin. Ji ber vê yekê hemû dewlet li hev kirin û komployek hovane pêk anîn. Rêber Apo radestî dewleta Tirk kirin.
Hêzên navneteweyî bi girtina Rêber Apo xwestin pirsgirêka Kurd ji holê rakin. Çawa ku hemû berxwedan û serhildanên berê hatin tepisandin û tesfiyekirin, di şexsê Rêber Apo de jî xwestin gelê Kurd ê ku careke din serî hilda, tune bikin û bêdeng bikin. Lê belê Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe bingeheke wisa xurt afirandibû ku tu hêzeke komploger nikaribe bigihêje armanca xwe. Rêber Apo 25 sal in li girava Îmraliyê li dijî her cure tecrîd û îşkenceyê berxwedaneke mezin dide, tu carî teslîm nebûye û hêzên komploger vala derxist.”
‘KOMPLOGERAN NEGIHAŞTIN ARMANCA XWE: TEVGERA AZADIYÊ MEZIN BÛ’
Hesenov bal kişand ser armanca duyemîn a komployê û wiha domand:
“Armanca duyemîn a herî mezin a hêzên komploger tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Dema ku Rêber Apo dîl hat girtin, gotin 'me serî jêkir, laş wê bi xwe biqede'. Lê Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hêztir bûye û li hemû cîhanê belav bûye. Îro gelê Kurd li çar aliyê cîhanê li ber xwe dide û ji hêzên komploger re dibêje 'Bê Serokatî jiyan nabe û PKK gel e, gel li vir e.'
Fikrên azadî, wekhevî û demokrasiyê yên Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye. Îro em dibînin ku bi hezaran enternasyonalîst û alîgirên aştiyê li dora vî fikrî kom bûne û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo piştgiriyê didin gelê Kurd. Abdullah Ocalan êdî bûye sembola gelan a aştî, azadî û wekheviyê. Lewma her kes rizgariya xwe di azadiya Abdullah Ocalan de dibîne.
Ji bo gelê Efrîqayê Nelson Mandela kî be, ji bo gelê Kurd jî Rêber Apo ew e. Bi derketina Birêz Ocalan re gelê Kurd careke din şiyar bû û azadiya xwe di şexsê Rêber Apo de dît.
Ev 3 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê, dijmin hewl dide gel bi jiyana bê Rêbertî bihêle û hewl dide Rêber Apo ji hemû pêvajoyan dûr bixe. Ji ber ku hemû cîhan dizane ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd û qeyrana Rojhilata Navîn di destê Birêz Ocalan de ye.
‘AZADIYA GELÊ KURD DI RÊBER APO Û PKK’YÊ DE YE’
Em bang li kesên ku ji xwe re dibêjin parêzvanên mafên mirovan dikin û dibêjin ew gelê mirovan diparêzin, behsa azadî û wekheviyê dikin, wê demê bila rabin ser piyan, erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Divê van neheqiyên li ser gelê Kurd û Rêber Apo ji holê rakin, nebin şirîkê hêzên komploger û dewleta Tirk a faşîst.
Divê em Rêber Apo ku di sedsala 21’an de ji bo gelê Kurd weke fersendeke mezin derketiye holê biparêzin. Rêya azadiya gelê Kurd girêdayî Rêber Apo û PKK’ê ye. Ji ber vê yekê em sala 2024’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û sala Kurdistana azad.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi pêwîst be ez ê bikim û ev erka me ya yekemîn e."