Greva birçîbûnê ya li Parîsê berdewam dike
Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê komeleya ACTIT’ê ve ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di roja duyemîn de ye.
Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê komeleya ACTIT’ê ve ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di roja duyemîn de ye.
Sekreterê 10’emîn ê Partiya Komunîst a Fransayê û endamê Meclîsa 10’emîn Şaredariya Parîsê Elie Jousselîn û şandeya pê re, serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Komeleya ACTÎT a girêdayî ADHK-F û CDK-F, AVEG-KON’ê, kir.
Endamê Meclîsa Şaredariya Parîsê Elî Jousselîn bi silavkirina çalakvên greva birçîbûnê dest bi axaftinê kir. Jousselîn got, "Berxwedana girtiyên siyasî mafdar e. Têkoşîna li dijî tecrîdê pirsgirêka hemû girtiyên siyasî yên cîhanê ye. Em jî geşedanên li Tirkiyeyê bi hesasiyet dişopînin. Binpêkirina mafên demokratîk tu carî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin hesasiyeta we ya li hemberî geşedanên li welatê we. Heta daxwazên girtiyên siyasî bên qebûlkirin em bi we re ne.”
Di serdanê de li ser navê CDK-F axaftin hat kirin û çalakiya greva birçîbûnê hat silavkirin.