Li Bernê darvekirinên li Îranê hate protestokirin

Li paytexta Swîsre Bernê ji bo girtiyên siyasî yên Kurd Mohsen Mazlûm, Mihemed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yên ji aliyê rejîma Molla ya Îranê ve hatibûn darvekirin, çalakiyek hate lidarxistin.

Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) li ser banga Komîteya Swîsreyê bi beşdariya Kurdistanî û Îraniyan li ber stasyona trenê ya navendî ya Bernê çalakiyek li dar xistın. Di çalakiyê de nîşaneya darvekirinê ye li qadê hat şewitandin û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin.

Kurdistanî li ser banga PJAK'ê ya Swîsreyê ji bo girtiyên Kurd Mohsen Mazlûm, Mihemed Faramerzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yên ji aliyê rejîma mollayên Îranê ve hatin darvekirin, li qada li ber Gara Trenê ya Navendî ya Bernê hatin cem hev û darvekirin şermezar kirin.

Digel Kurdan, Îranî jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Di daxuyaniya banga hişyariyê li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê hat kirin.

Di daxuyaniyê de wıha hate gotin: “Nûnerên rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, em dixwazin bi fikar û lezgînî balê bikşînin ser rewşa mafên mirovan ên kêmaran û kesên bindest ên siyasî yên li Îranê. Rewşa di girtîgehên Îranê de bi taybetî ji bo jinên çalak ên siyasî ku ji ber bawerî û çalakiyên xwe rastî şert û mercên xeternak ên jiyani tên.

Cihê xemgîniyê ye ku di nav kesên hatine binçavkirin zarok jî hene. Di vê demê de hêviya darizandinek adil tune ye. Bi taybetî komên etnîkî, Bellûc û Kurd jî di bin bandora vê zilmê de ne. Mînakeke xemgîn Zeyneb Celalyan e. Ew çalakvaneke siyasî ye ku 16 sal in di zindanê de ye û ji ber nebûna lênerîna bijîşkî kor bûye. Kuştina çar Kurdên (Mohsen Mazlûm, Mihemed Feremerzî, Vafa Azarbar û Pejman Fethî) ku di 29’ê Çileya 2024’an de bêyî dadgehkirineke adil bi tawanên hikûmetê hatibûn darvekirin ü ev ji rewşa nebaş a mafên mirovan li Îranê radixe ber çavan.

JI BO REWŞA MAFÊN MIROVAN A ÎRANÊ BANGA LEZGÎN

Ji ber van geşedanên bi fikar, em bi lezgîn van daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Swîsreyê dikin:
Em daxwaz dikin ku Swîsre bi awayekî çalak binpêkirinên mafên mirovan li dijî komên nijadî û olî li Îranê bişopîne û zextê li hikûmeta Îranê bike.

Em banga şandina şandeyek ji parlementer û parêzvanên mafên mirovan ji rêxistinên sivîl ên weke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dikin. Divê ev lêkolîn li ser rewşa mafên mirovan li Îranê bi taybetî li girtîgehên siyasî yên wekî girtîgeha “Evîn” a Tehranê bê kirin. Divê heyet bi taybetî girîngiyê bide xizmeta tenduristiyê ya girtiyên siyasî.

Her wiha divê bi rêya têkiliyên dîplomatîk zext li hikûmeta Îranê bê kirin. Em dixwazin li ser girîngiya peymanên navneteweyî yên li Swîsreyê bisekinin. Em daxwazê ji Swîsreyê dikin ku rêz li Peymana Cenevreyê bigire û li gorî wê tevbigere. Weke li Îranê Înîsiyatîfa Têkoşîna li dijî Cezayên Îdam û Zilmê, em bang li hesasiyet û piştevaniya we dikin ku ji bo başiya rewşa mafên mirovan li Îranê bi hev re bixebitin.”

Gelek kesên ku beşdarî çalakiyê bûn, fersenda axaftinê girtin û bal kişandin ser darvekirinan û girîngiya hevgirtina bi kesên di şoreşa Jin Jiyan Azadî de hatine girtin.