Rûniştina doza Mahmût Kaya hate kirin

Siyasetmedarê Kurd Mahmût Kaya yê ku li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê girtî ye, rûniştina duyemîn a doza wî hate kirin.

Siyasetmedarê Kurd Mahmût Kaya (60) yê ku li Elmanyayê hatiye girtin, duyemîn rûniştina doza wî hate kirin. Ji ber piştgiriya BDP’ê û protestokirina Erdogan, Kaya bi hincetên seyr tê sûcdarkirin.

Parlementera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî di nav de gelek Kurdan doz şopandin. Di îddîanameyê de tê diyarkirin ku Kaya di navbera salên 2013-2014’an de li ser navê PKK’ê xebitiye.

Rûniştin taloqî 9’ê Kanûnê hate kirin. Hate diyarkirin ku di rûniştina bê de ew ê Kaya parêznameyeke xurt pêşkêş bike.

Siyasetmedarê Kurd Mahmût Kaya di 16’ê Hezîranê de li bajarê Dusseldorfê hatibû destgîrkirin.