Rûniştina 5’an a doza ku siyasetmedarên Kurd tê darizandin pêkhat

Li bajarê Elmanya Stûttgartê 5’emîn rûniştina doza ku 5 siyasetmedarên Kurd jê tên darizandin pêkhat.

Siyasetmedarên Kurd Veysel S., Agît K, Evrîm A. û Ozkan T. yên girtî û Cîhan A. yê negirtî li salona girtîgeha Stamheîn a bajarê Stûttgarê tên darizandin.

5’emîn rûniştina dozê vê sibê seat 09:20’an destpê kir. Parêzer û muwekîl li dadgehê bûn.

Serokê Dadgehê got ku ji bo Ridvan O. yê ku li dijî siyasetmedarên Kurd îfade daye parêzerek nû tahîs kirine û dosyeya dozê ji wan re hatiye şandin û got têkildarî vê mijarê bi nameyê parêzerên din jî hatine agahdar kirin.

Parêzerê Agît K. Oswam wiha got; “Têkildarî dosyeyên dijîtal ên ku ji vî kesî re çûne tu name ji mere nehatiye.” Serokê dadgehê jî got; “Em ê vê rewşê ji nû ve binirxînin.”

Piştre parêzerê Veysel S. Hemîng nerazîbûn nîşanî pêkanînên li dijî rûmetê yên li dadgehê li ser muwekîlê wî tê kirin da û got; “Muwekîlê min heta niha bi zincîra ku li lingên wê tê salona dadgehê. Hun çima vê ya dikin? girtîgeh bi ewleye û divê demildest ev pêkanîn rabe.”

Piştre parêzerê Ozkan T. Dr. Thîee Phîlîpp axivî û ji heyeta dadgehê re wiha got; “Daxwazên Ridvan O. yê ku li dijî muwekîlê me îfade dide çine? Meqamên rayedar heta çiqasê ji vê re bûne bersiv? Li berdêla çi lihev kirine? Penaberî çawa hate qebûl kirin? Ne maqûle ku ev rewş ne organîzekirî be?.”

Phîlîpp bi domdarî got; “Min temaşeyî dosyeya dozê ya têkildarî wî kir û di qonaxa yekem de îfadeya wî û îfadeyên din ji hev nagre. Pêvajoya pêşiya me dema ku ew bixwe hate dadgehê wê rewş hê baştir were famkirin.”

Li aliyê din parêzeran nerazîbûn nîşanî veşartina hinek dosyayên Ridvan O. dan û xwestin ku ev rewş were sererastkirin. Parêzeran nerazîbûn nîşanî veşartî hiştina beşek yê dosyeyê dan.

Parêzeran xwestin ku carek din dozgerê ku di lêpirsinê de cih digre û rûniştina berê ya dozê de cih digirt were guhdar kirin û pirsa çima beşek ji îfadeya Ridvan O. ji parêzerên ku di rûniştina dozê de cih digrin xweser tê destgirtin, kirin.

Parêzerên parastinê ji serokê dadgehê pirsin ku kê parêzerên Ridgan O. tahsîs kirine, serokê dadgehê wiha got; “Parêzer me diyar kir û me kir biryar”. Doz taloqî 5’ê Hezîranê hate kirin.