BI DÎMEN

Ronahî û Bêrîvan li cihê çalakiya xwe hatin bibîranîn

Ronahî û Bêrîvan di 31’emîn salvegera çalakiyên xwe de hatin bibîranîn.

Bedriye Taş (Ronahî) û Nilgun Yildirim (Bêrîvan) ku beriya 31 salan li bajarê Mannheim ê Elmanyayê di pîrozbahiya girseyî ya Newrozê de li dijî polîtîkayên Elmanyayê yên krîmînalîzekirina gelê Kurd û piştgirîdayîna li dewleta Tirk bedena xwe dan ber agir, li cihê çalakiya xwe hatin bibîranîn.

Di bîranîna giseyî ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê ve hat lidarxistin de axaftinên derbarê têkoşîna Ronahî û Bêrîvan de hatin kirin.

Di bîranînê de gelek caran dirûşmeyên "Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadi” hatin berkzirin.