Rojiyên mirinê di rojeva Swîsreyê de ne: Hûn nikarin bêdeng bimînin

Wekîlê Swîreyê Glattlî, grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê anîn rojeva parlamentoya Swîsreyê û bang li hikûmetê kir ku li hemberî dewleta Tirk bikeve tevgerê.

Paralmenterê Partiya Keskan ê Parlementoya Neteweyî Balthasar Glattlî, di derbarê greva birçîbûnê û rojiya mirinê de pêşnûmepirsek pêşkêşî meclîsê kir.

Glattlî, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyê tên pêkanîn û diyar kir ku di serî de li dijî Kurdan li dijî muxalîfan zext û çewisandineke bêeman tê meşandin. Glattlî, diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê li Tirkiyê, li Sûriyeyê jî li dijî Kurdan şer dimeşîne.

‘LI DIJÎ TECRÎDÊ ROJIYÊN MIRINÊ’

Glattî anî ziman ku di girtîgehên Tirkiyê de 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne û got, “Ji bo dewleta Tirk bersiva erênî neda daxwazên berxwedêran, çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Dayik, ji bo zarokên wan di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest nedin li ser piyanin lê belê polîsê Tirk tundiyê li dijî dayikan jî bikar tîne.”

Glattî di pêşnûmepirsa xwe de diyar kir ku di hilbijartinên 31’ê adarê ya Stenbol de nelirêtî hatiye kirin û hiqûq hatiye binpêkirin lewre bang li hikumeta Swîsreyê kir ku li dijî dewleta Tirk bibe xwedî helwest.