Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Dûîsbûrg û Munsterê pîroz kirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Dûîsbûrg û Munster ên Elmanyayê hatin pîrozkirin.

Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel a Dûîsbûrgê saet 18:00’an li pêşiya Formê şahiyek lidar xist. Li ser navê meclîsê Rehşan Yildirim axivî. Yildirim Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kir û got: “Vê rojê weke rojbûna di serî de ya jinê û gelê Kurd dibînin.”

Di çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd bi qurnefîlan li jinan belav kirin.

MUNSTER

Meclîsa Jinan a Şehîd Şîlan jî li bajarê Munster a Elmanyayê jî Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Çalakiya ku li pêşiya Munster HBF’ê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê meclîsê axaftin hatin kirin û piştre jî dirûşim hatin qîrkirin û gul li gel hatin belavkirin.