Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Toronto hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li komeleya Toronto ya Kanadayê hate pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li komeleya Toronto ya Kanadayê hate pîrozkirin.
Li paytexta Ontario Torontoyê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serkeftinên hilbijartinên Bakurê Kurdistanê hatin pîrozkirin. Pîrozbahî bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wê û her wiha malbatên şehîdan li avahiya komeleya Kanada ya Toronto hat lidarxistin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgarî destpê kir. Piştre li ser girîngiya rojê û pêvajoya dawî axaftin hatin kirin. Her wiha di pîrozbahiyê de ji bo kesên rojî girtibûn xwarina fitarê hat dayîn.
Piştî fitarê pîrozbahî bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.