Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Maînz û Creîlê hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Maînz ê Elmanyayê û li bajarê Creîl ê Fransayê bi çalakiyan hate pîrozkirin.

75’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Maînz ê Elmanyayê hat pîrozkirin. Jin, zarok û gelek Kurdistanî beşdarî pîrozbahiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat organîzekirin, bûn.

Di axaftinên li çalakiyê de banga berfirehkirina pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hat kirin û hat destnîşankirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vejîna gelekî ye. Di vê çarçoveyê de banga çalakiya ku wê di navbera 15-19’ê Nîsanê de li ber CPT’ê bê lidarxistin hate kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

CREIL

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Creîlê hatin cem hev û li fîlmê ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin temaşe kirin.

Beriya nîşandana fîlmê ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.

Ciwanên endamên TCŞ'ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN'ê (Jinen Ciwanên Tekoşer) piştî sînevîzyonê fîşekên hewayî teqandin û piştre li kolanên Creîlê geriyan.

Ciwanan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê konvoyeke bi heybet li dar xistin û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok APO" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê li ser vê bingehê hatin gel hev û diyar kirin ku ew ê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim têbikoşin.

Ciwanên ku piştî konvoyê govend gerandin, bi coşeke mezin dawî li çalakiya xwe anîn.