Roja yekem a Meşa Dirêj a li Marsîlyayê bi dawî bû

Roja yekem a Meşa Dirêj a li Marsîlyayê ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dawî bû.

Roja yekem a Maşa Dirêj a ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li bajarê Marsîlya ya Fransayê ku wê 3 rojan dom bike hatibû destpêkirin, li pêşiya şaredariya Marîgnaneyê saet 17:30’î bi dawî bû.

Kurdistanî û dostên wan ên ku saet 10:00’an ji Bordeaûx, Toûloûse, Montpellîer û Dragûîgnan hatibûn li pêşiya şaredariya Martîgûesê kom bûn, piştî xwendina daxuyaniya çapmeneiyê û belavokê dest bi meşê kirin.

Ciwanên ku maskeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikar anîn, pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ û flamayên Ocalan hildan.

Di meşê de belavok hatin belavkirin û sirûd hatin xwendin.

Meşa Dirêj wê sibe saet 09:00’an ji pêşiya Şaredariya Marîgnaneyê destpê bike.