Roja 3’an a Meşa Dirêj li Vîllîer le Bel a Parîsê hate lidarxistin

Meşa Dirêj a aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN li navçe û banliyoyên cihê yên paytexta Fransa Parîsê destpêkiribûn di roja 3’an de li Vîllîer le Belê destpê kir.

Meşa Dirêj a li Parîsê hate kirin di roja 3’an de dewam kir. Meşa li Vîllîer Le Belê ji pêşiya gara trenê destpê kir.

Ciwan bi qasî 10 kêlometreyan meşiyan. Ciwanan di meşê de pankartên ‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’, TEKO-JIN’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ li ser hildan û bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Ji Ocana Re Azadî’ û ‘Bi Hev Re Serhildan’qîrkirin.

Di meşê de ku dûmanên bireng hatin bikaranîn alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan.

Meş bi mîtînga li pêşiya Zanîngeha Saînt-Denîsê dom kir.

Di mîtîngê de berxwedana bi xwendekarên Bogazîçî destpêkir û li gelek devera belavbûye jî hate silavkirin.

Meşa Dirêj wê sibe li navenda Parîsê dom bike.