Riseup4Rojava bang kir li dijî THY'yê çalakiya blokajê were kirin

Rîseup4Rojava got, ''Li ber gîşeyên Rêyên Hewayî yên Tirk, Pegaûs û SunExpressê wê çalakiyên blokajê werin kirin. Her kes ji bo ku şer bide sekinandin wê çalakiyeke şexsî bike.''

Kampanyaya navnetewî Riseup4Rojava (Ji bo Rojava serî rake!) bang kir ku çalakiya blokajê li Rêyên Hewayî yên Tirk were kirin.


'21-26'Ê COTMEHÊ EM Ê LI BER GÎŞEYAN BIN'

Riseup4Rojava di daxuyaniya niviskî de got, ''Ji 9'ê Cotmehê û vir ve artêşa Tirk bi çekên giran, balafiran êrîş dibe ser bajarok û gundên Rojava/Bakurê Sûriyê.

Ji bo rawestandina vî şerî û ziyanê bide aboriya şer, kampanyaya navnetewî ya Riseup4Rojava li dijî helwesta êrîşkar a Tirkyê banga çalakiyê kir. Ji ber ku hêzên navnetewî wê Tirkiyê nesekinînin.  Ji ber vê jî me navê banga xwe, ''Firîna li Tirkiyê tine'' danî. Di navbeyna 21 û 26'ê Cotmehê de li balfirxaneyê navnetewî yên Rêyên Hewayî yên Tirk, Pegasûs û SunExpressê li ber gîşeyên wan wê çalakiyÊn blokajê werin kirin. Her kes ji bo ku şer rawestîne wê çalakiya takekesî bike.''

'EM DIKARIN FIRÎNAN BIDIN BETALKIRIN'

Ev seferberî piştî dorpêça li ser Rêyên Hewayî yên Tİrk ên li Barselona, Kopengah, Berlîn, Londra û Baselê didome. Van çalakiyan nîşan da xwepêşandêr tenê wê li balafirxaneyan bi protestokirinê nemînin her wiha heke gîşe werin blokekirin nîşan da ku dikare firîna jî bide betalkirin.

Di rewşeke wiha de ku li dijî şoreşê êrîşên faşîst didomin, helbet girîng e ku mirov kuçeyan tije bike û şermezar bike. Lê her wiha girîng e ku mirov berxwedaniyeke global geş bike ku li dijî wan şîrket û saziyên fînansê ku ji hêla leşkerî û maddî ve destekê didine faşîzma Tirk asteng bike.''

'LINGÊ ABORÎ YÊ ŞER GIRÎNG E'

Rêyên Hewayî yên Tirk û endûstriya turîzmê lingên girîng ên aboriya dewleta Tirk in.

Heke hemû gîşeyên li cîhanê werin astengkirin, zext wê li ser rejîma Tirk were kirin, wê ziyan bigihe ser endûstriya turîzmê û wê were dîtin ku hemû mirovên li cîhanê li pişt şoreşa Rojava ne, ev ê were nîşandan.''