Rêzan Dersim û Azad Xazî li Marsîlyayê hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG’ê Rêzan Dersim û Azad Xazî yên di Kanûna 2022’an de şehîd bibûn, li Marsîlyayê hatin bîranîn.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo gerîlayên HPG’ê Rêzan Dersim (Serdar Sumbul) û Azad Xazî (Zîrek Lokman) ên di Kanûna 2022’an de di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibûn, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Gelek Kurdistanî tevlî çalakiya bîranînê ku bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê hate lidarxistin, bûn.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan hate nîşandan. Li ser navê Tevgera Jinan a Fransayê Zîlan Rojava axivî. Rojava diyar kir ku şehîdan li ser axa Kurdistanê ji bo jiyanek azad û rûmet têkoşiyan û di vê oxirê de şehîd bûn. Rojava anî ziman ku bi şopandina rêya şehîdan, parastina têkoşîna wan û bi tevlîbûna rêxistinê dikarin bibin bersiva şehîdan.