Yekîtıya Rêxistinên Kurd a Navneteweyî, Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî û Otonomiya Federal a Kurdên Rûsya û YSD’ê têkildarî şewata li Îmraliyê daxuyaniyek hevpar da.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Pêkhatina bûyerekî bi vî rengî divê ji rêzê neyê girtina dest, lewra pêwîstî bi lêkolînekê heye.
Dîsa divê hêzên navneteweyî zextê li dewleta Tirk bike ku bi lezgîn derfet bê afirandin ku parêzer û malbat bikarin bi çin Îmarlî li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din hevdîtinê pêk bîne.
Demên borî jî li ser jiyana Birêz Ocalan a ji aliyên dewleta Tirk ve hebû, lewra pêkhatina vê şewatê rê li ber fikar û metirsiyên mezin vedike. Ev yek ji aliyê gelê Kurd ve weke parçeyek ji van gefan dibîne.
Ji bo metirsî û fikarên gelê Kurd tavilê divê parêzer û malbat biçin Îmraliyê rewşa heyî li cih bibîne û daxuyaniyek bi raya giştî re parve bike.
Em bang li hemû gelê Kurd dikin ku li dorî Rêber Apo bicivin û bi çalakiyan xwedî lê derbikevin.”