Rewşenbîr li pêşiya parlementoya Berlînê ne: Divê tecrîd were rakirin

Hunermend, siyasetmedar û nivîskaran li pêşiya Parlementoya Berlînê daxuyanî dan û xwestin bila tecrîd were rakirin.

Komek siyasetmedar, rojnameger, hunermend û nivîskarên ku li Ewropayê dijîn li pêşiya Parlementoya Berlînê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser çalakgerên greva birçîbûnê yên ku li dijî tecrîda Îmraliyê dest bi çalakiyê kirine.

‘JI BO ÇARESERIYÊ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Leyla Guven a ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye, tendirustiya wê hatiye asteke krîtîk. Ji bo ku li Tirkiyeyê pêşiya rêya çareseriyê were vekirin divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Ji bo rakirina tecrîdê li gelek bajarên cîhanê çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin. Herî dawîn 50 kesên ku Xelata Nobelê jî stendine belavok belav kirin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin daxwazên Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîdê ketiye greva birçîbûnê.

Rêzdar Ocalan ji Tîrmeha 2011’an nikare parêzerên xwe û ji Nîsana 2015’an de jî nikare bi heyetên siyasî  re bicive.”

Hunermend, siyasetmedar û nivîskarên ku li Ewropayê dijîn bang li saziyên Yekîtiya Ewropayê, CPT û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku bila berpirsyariya xwe bînin cih.