Rêveberiya Xweser li Danîmarkayê xebatên dîplomasiyê dimeşîne

Hevserokên Konseya Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed û Riyad Dîrar li Parlementoya Danîmarkayê bi parlementer û nûnerê saziyên civakî rûniştin.

Hevserokên Konseya Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed û Riyad Dîrar li Danîmarkayê hevdîtinên xwe didomîne û bi gelek parlementerên partiyên siyasî civiyan.

 Wezîrê Karê Derve yê Danîmarkayê Jeppe Kofod jî tevlî civînekê bû. Hevserokan derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk beşdar agahdar kirin. Ehmed bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sivîl qetil kirine û çekên kîmyewî yên qedexe bi kar anîne. Ehmed got ku, “Ligel ku peyman jî heye, bomberdûmana li ser Serêkaniyê û Girê Spî didome. Nêzî 300 kesan koç kirine.”

Hevserokan diyar kirin ku derfetên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm e û ji bo alîkariya koçberan divê di qada navneteweyî de hevkarî were kirin.