Rêveberiya Xweser: Em ê tu carî ji bo parastina destkeftiyên xwe, gav paş de neavêjin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em bang li hêzên ku dixwazin alozî kêm bibe dikin bikevin nav liv û tevgerê û berpirsiyariya xwe pêk bînin.”

RÊVEBERIYA XWESER LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DAXUYANÎ DA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku van rojan li ser herêmê zêde bûne de, daxuyaniyekê da.

Daxuyanî wiha ye:

"Rejîma AKP’ê bi armanca têkbirina aramiyê û xwesteka dewleta Tirk ji bo derxistina aloziyan û reva ji krîza xwe ya navxweyî, şerê xwe li dijî herêmên me didomîne. Ji ber ku rejîma navborî bi hemû şert û mercan dixwaze tevlîhevî û terorî vejîne.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di berdewama şerê qirkirinê de, kantona Minbicê û beriya wê jî Şehbayê kirin armanc û ji ber van êrîşan welatiyek şehîd bû û hin jî birîndar bûn di nav de zarok jî hebûn. Ev êrîş xebatên li dijî terorê qels dike.

Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van êrîşan şermezar dikin de. Em teqez dikin ku em ê tu carî ji bo parastina destkeftiyên xwe gav bi paş de neavêjin. Em bang li hêzên ku dixwazin alozî kêm bibe dikin bikevin nav liv û tevgerê û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Ji ber bêdengiya wan hêzan bi awayekî rasterast destekê dide dewleta Tirk. Dê ev yek bi xwe re zehmetiyan bîne û bibe sedem ku alozî di nava ambargo û zehmetiyên koçberên li herêmên me kûrtir bibe. Her wiha tevlîheviyê li tevahî herêmên ku kampên di nava wan de malbatên terorîstên DAÎŞ’ê hene, kûrtir bibe.

Her wiha em bang li aliyên hiqûqî û navneteweyî dikin ku ji bo sînordarkirina bipêkirinên li dijî sivîlan û xeteriya li ser jiyana wan, bixebitin.

Ji malbatên şehîdan re sersaxî, ji birîndaran re sîfaya lezgîn dixwazin."