Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Rêveberiya PYD'ê ya Swîsreyê civîna xwe ya salane lidar xist

Rêveberiya Nûnertiya PYD'ê ya Swîsreyê civîna xwe ya salane li dar xist û işaret bi girîngiya xurtkirina dîplomasiya li Ewropayê kir.

Civîna Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a li Swîsreyê, civîna xwe ya salane li bajarê Aaraû di çarçoveya şert û mercên Covîd-19 de bi hejmareke sînorkirî pêk hat.

Bi dehan rêveber û endamên PYD'ê ji tevahiya Swîsreyê tevlî civînê bûn.

Hevserokê PYD'ê Enwer Muslim jî peyamek ji civînê re şand û rewşa dawî ya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê vegot.

Di civînê de bi taybetî işaret bi girîngiya pêşvebirina dîplomasiya li Ewropayê hate kirin.

Her wiha kar û kêmasiyên sala derbasbûyî yên rêxistina PYD'ê ya Swîsreyê bi berfirehî hatin nirxandin û ji bo dema bê plansaziyek hate amadekirin.