Rejîma tecrîdê sûcekî navneteweyî ye!

Li bajarê Stûttgartê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate protestokirin. Li bajarê Munihê jî Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin.

Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê hat lidarxistin. Çalakî li Qada Konigsstr/Ecke Marstallstrê di navbera saetên 13.00 û 15.00’an de hat lidarrxistin. Di çalakiya nobetê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di çalakiyê de hate gotin ku rejîma tecrîdê sûcekî navneteweyî ye û hate gotin ku divê demildest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Di çalakiya ku ji aliyê şêniyên bajêr ve rastî eleqeyek mezin hat, belavokên biyografiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavokên bi naveroka "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareserî " hatin belavkirin.

Nobeta ku du saetan dewam kir saet di 15:00 de bi dawî bû.

LI MUNIHÊ ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ HAT PÎROZKİRİN

Li bajarê Munih ê Elmanyayê jî Roja Kobanê ya Cîhanê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya li Qada Sendlînger hat lidarxsitin de, gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Di pîrozbahiyê de govend hat gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bijî berxwedana Kobanê“ hatin berzkirin.