'Raya giştî ya Ewropa rola Ocalan baştir fêhm kir'

Berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan bi serfiraziyê qediya. Grevên birçîbûnê yên li Ewropayê, çalakiyên gel, di raya giştî ya Ewropayê de rola jêneqer a Ocalan dîsa nîşan da.

Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî û li girtîgehan bi tevlêbûna bi hezaran kesî berdewam kirî 26’ê Gulanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatibû qedandin. Li gel şikandina tecrîdê ya vê berxwedana ku bi hezaran kesî bi biryardarî û sebrê domandî, encamên ku berxwedanê derxistî holê wê demeke dirêj werin nîqaşkirin.

Yek ji lingê girîng ê berxwedana li dijî tecrîdê ku li Kurdistanê,Tirkiyê û hemû cîhanê berbelav bûyî Strasboûrg bû, ku saziy3en berpirs û rayedar ên mîna Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê lê bûn. Çalakiya berxwedanê ku ya ku heta niha bi rengekî nedîtî desteka raya giştî ya Ewropayê standî, her wiha ji bo  rabûna hişmendiya derveker, negatif û krîmînalîzekir ya li ser Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd di ser medyayê û siyasetê re dihate berbelavkirin,girîng bû.

Berxwedana ku Kurdên li Ewropayê bi mehan bi çalakiyên xwe lê xwedî derketin, bi desteka  gelek siyasetmedar, hilbijartî û saziyan zexteke zêde li ser saziyên mîna CPT’yê çêkir. Ev serkeftina li dijî tecrîdê di demeke wiha de ku politikaya hişk a dewleta Tirk heta bi asta bilind hatibû û bi şantaja li ser penaberan Ewropa kiribû xizmeta polîtîkaya xwe, bi berxwedana ku Kurdan bi sebir rê ve birî nişan da ku dikarin çok li rêveberiya faşîst bişkînin.

Ji çalakgerên  berxwedana Strasobûrgê ya ku li dijî tecrîdê li hemû cîhanê berbelav bûyî Yuksel Koç, Dîlek Ocalan û Kardo Bokan, her wiha ji destpêka berxwedanê ve yên ku ji cem çalakgeran mayin Dr. Fahrettîn Gulşen, ji berdevkê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Agît Polat û endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Xelîl Çewlik pêvajoya Strasboûrgê ji ANF’ê re nirxandin.

LI DIJÎ TECRÎDÊ NAVENDA BERXWDANÊ: STRASBOÛRG

Li Strasboûrgê ku ji 1999’an û vir ve heta ku Ocalan êsîr hatî girtin û heta niha bûyî navenda çalakiyên azadiya ji bo Ocalan, gelek caran grevên birçîbûnê hatin kirin. 2007’an piştî ku zelal bûbû li Imraliyê Ocalan hatiye jehrdan komeke siyasetmedarên Kurd ku Remzî Kartal jî din av de bû dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Weke yek ji nûçegihanê ku tevlî çalakiyê bûyî Hasan Akbaba gotî, ‘’CPT ya ku nedixwest hikûmeta AKP’ê di zorê de bihêle’’ li bara grevên birçîbûnê yê dorveger ku li tevahiya Ewropayê berbelav bûne û çalakiyan bi paş ve gav avêtibû.

Di roja 39’an a çalakiyê de dîsa bi peyameke Ocalan çalaki bidawî bûbû.

2012’an jî li dijî tecrîda li ser Ocalan û qedexeya hevîtina bi parêzeran re çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê 52 rojan dom kiribû. Ev çalaki çalakiya herî dirêj a greva birçîbûnê ya li Ewropayê bû.

2016’an jî Kurdên Êzîdî yên endamên  Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dabûne destpêkirin. Ev çalakiya berxwedanê ku il Kurdistanê wekîl jî tevlê bûbûn, piştî hevdîtina Ocalan a bi birayê wî re bidawî bûbûn.

Her çendî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 2007’an di serî de CPT zor lê kiribû ku saziyên welatên Ewropa bi lezgînî tevbigerin jî, di wan helan de ku biterise ser raya giştî, fêhmkirin, desteka berfireh de bi qasî greva birçîbûnê ya 161 rojan deng nedabû. Bi çalakiya Strasboûrgê heman rojê li Gallerê Îmam Şîş, piştre li Elmanya, Italya, Hollanda, Kanada, Avûstûrya û gelek welatan Kurdistanî ketibûn greva birçîbûnê.

Piştî ragihandina çalakiyê li çar hêlên Ewropayê Kurdistanî bi meş, mîtîng, stant, agahdarkirinê, serdana saziyan daxwazên berxwedêran zêdetir ragihandin. Ji hêla dî ve jî li kuçeyên Ewropayê Kurdên ku dixwestin ku tecrîd rabe, bi serdana berxwedana Strasboûrgê moral dane çalakgeran.

 ‘ÇALAKIYA HEVPAR A HEMÛ DERDORAN BÛ’

Di pêvajoya 161 rojî de gelek rêxistinên  civakî yên Tirkiyeyî û Ewroapyî, partî, komele, li gel rêveber û endamên xwe destek dane çalakgeran. Ji tevger û komeleyên çepgir ên Tirkiyeyî DÎDF, Partîzan, ATÎK, Konfederasyoan Yekîtiyên Elewî yên Ewropayê (AABK), gelê Asûr-Sûryan û gelek derdor şikandina tecrîdê ji bo ‘’gelên Tirkiyê faşîzmê bişkînin’’ weke qonaxeke girîng didîtin.

Yek ji kesê ku tevlî çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger bûyî Hevserokê Kongreya Civaka Kurd a DemokraTîk a Ewropayê (KCD-K) Yuksel Koç bû.  Koç diyar kir tecrîd li hemû cîhanê berxwedaniyeke mezin daniye holê û domand, ‘’Berxwedana bi milyonan bû ku li dora Rêber Apo civiyan. Ne tenê ya Kurdan, berxwedana dostên Kurdan jî bû. Dema vê berxwedanê ji Efrîkaye heta bi Pakîstanê mirovên pêşverû, demokrat destek dane me. Her kes li rex berxwedana mafdar, li rex daxwazan bû. Nexasim berxwedana dayikan bêhempa û watedar bû. Çalakiya 9 hevalên me yên fedayî yên li dijî tecrîdê şehîd bûn,  hemû derdorên civakî tevgerandin.’’

CIWAN JÎ DI NAV BERXWEDANÊ DE BÛN

Li dijî tecrîda li ser Ocalan di berxwedanê yek ji rola girîng jî ciwanên Kurd bi cih anîn. Ciwanan ji destpêka berxwedanê ve berxwedana Strasboûrgê tenê nehiştin, ji bo daxwazên berxwedêran bi cih werin pêşengî kirin. Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di serî de li Strasboûrgê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hewl dan ku dengê berxwedana bigihije raya giştî.

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha îlonê li Elmanya li dijî tecrîdê Umur Acar şehîdê pêşî yê pêvajoya berxwedana dijî tecrîdê bû.

 ‘ME TEXMÎN NEDIKIR KU EV ÇEND KARÎGER BE’

Dîlek Ocalan got wan bi moralekî zêde dest bi çalakiyê kirine û li dijî tecrîdê encam standine, di çalakiya domdirêj de li ser gelek mijaran kirine ku hayjêçêbûnek çêbibe. Ocalan diyar kir destpêkê wan jî texmîn nedikir ku çalakî ev çend deng veke û destkeftî çêbibin û domand, ‘’Piştre me dît ku bi berxwedana rêxistinî ya gel, ji 7 salî bigirin heta bi 70 salî jin, ciwan, yixtiyar her kesî bi vê çalakiyê xwe heyî kir, xwe da ber rol. Gelê Kurd vê carê şanî hemû cîhanê day ku li pey Rêbertiya xwe, li ser şopa wî bi biryardar e.’’

EWROPÎ LI BERXWEDANÊ XWEDÎ DERKETIN

Di rojên pêşî yên çalakiyê de nûnerên meclîsên netewî yên Fransa, Elmanya, Swêd yên Parlamentoya Ewropayê rola Ocalan û Kurdan a di aştiya Rojhilata Navîn de destnîşan kirin û li berxwedanê xwedî derketin.

Di roja 105’an a çalaikiyê e  Profesorê Elman Roland Monch got, ‘’Heke ne ji Kurdan ba DAÎŞ’ê wê Ewropa bifetisanda’’ û bêdengiya Ewropayê ya li bara têkoşîna dijî tecrîdê rexne kiribû.

MEDYAYÊ JÎ LI SER KURDAN Û OCALAN ZIMANÊ XWE GUHERAND

Medyaya Ewropa jî li ser rola Ocalan û Kurdan a li ser herêmê nîqaş kir, di medyaya Ewropayê de ku li ser Kurdan û Ocalan têgihiştineke negatîf çêidkir û destek dida polîtîkaya krîmînalîzekirinê zimanekî cuda hate bikaranîn.

 Yek ji Berdevkê Karê Derve yê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Agît Polat got, ‘’Di serî de çapemeniya Fransayê, çapemeniya Fransayê cara pêşî got, Rêber Ocalan di çareseriya pirsa Kurda de lîderekî wiha ye ku mirov nikare paşguh bike. Gelek caran bine vê xêz kirin û kirin manşet. Ev geşedaneke girîng bû.’’

MPKE CARA PÊŞÎ OCALAN BI BÎR ANÎ Û BIRYAR STAND

Li Meclîsa Parlamentera Konseya Ewropayê (MPKE) bi pêşengiya Çepgiriya Yekbûyî ya Ewropayê (GUE) û li Parlamentoya Ewropayê (PE) Çepgriiya Yekbûyî ya Ewropayê-Çepgiriya Kesk a Bakur (GUE/NGL) bi dehan parlamenter, rasterast li greva birçîbûnê xwedî derketin. 21’ê Çile di rûniştinên MPKE’yê de gelek parlamenter wêneyên Leyla Guven hildan û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe. Dema rûniştina MPKE’yê bi xebatên dîplomatîk cara pêşî di pêşnûmeyê de navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan û hate xwestin ku tecrîd bi dawî bibe. Piştî vê biryarê rejîma AKP-MHP’ê bi bayê rbezê roja dî pêşenga berxwedanê Leyla Guven berda.

PARLAMENTER BI CPT RE RÛNIŞTIN

Li PE’yê gelek parlamenter di berwedana dijî tecrîdê de Kurd tenê nehiştin û helwesteke zelal nişan dan. Gelek parlamenterên ku dixwestin tecrîd bi dawî bibe, mijar li rûniştinan anîn rojevê û hem jî bi CPT re axivîn, xwestin ku tevbigere. Yek ji van jî parlamentere Swêdî Malî Bjork bû.

Polat got, ‘’Êdî weke bere bi îmajeke negatîv lansekirin, avakirina têgihiştineke negatîf an jî krîmînalîzekirin nebû. Eleqeya li raya giştî ya navnetewî ya ji bo Rêber Apo ev çend zêde bû.’’

ZEXTA KURDAN Û DOSTÊN WAN SAZIYÊN RAYEDAR TEVGERANDIN

Polat got bi zexta Kurdên li Ewropa û dostên wan di serî de CPT, saziyên mîna vê ji bêgavî tevgeriyan û zexta civakî gelek saziyên rayedar bêgav hiştine.

Polat wiha got, ‘’Ev hikûmet bin, ji saziyên cuda bin, daxuyaniyên ku dihatin dayin, ji ber zexta raya giştî ya li ser wan bû. Mînak sedema daxuyaniya Serokwezîra Ingiltere Theresa May, ya meclîsa Gallerê û daxuyaniyên ji  Swêd û Fransayê hatin, sedema wê ev bû. Zexteke civakî çêdibe, Ewropî ji dewletên xwe li benda daxuyaniyan in, dixwazin fêm bikin ku çi dibe, zextê dikin û hesab dipirsin. Bi vê maneyê ez dikarim bibêjim ku tevgerek çêdibû.’’

Polat got ev xwedîderketina karîger bûye ku CPT tevbigere, biçe Tirkiyê û Ocalan jî din av de bi sedan girtî re hev bibine.

Koç jî got zexta Kurdan û dostên wan ên Ewropî kir ku CPT bi derengî jî be tevbigere.

EM TU CARÎ NE BEDBÎN BÛN

Koç diyar kir ku di çalakiya xwe ya 161 rojan de carî bedbîn nebûn û bi saya helwesta xwe ya bi biryar, hêviya wan a serkeftinê tu carî kêm nebûye.

Koç got ku “Ji encamstendinê wêdetir me qîma xwe pêşketineke erênî dianî. Piştre me xwerexneya van ferasetên ku qîmpênaînê da, ji ber vê jî rewşên neyînî bandor li ser me nekir. Me bala xwe da encama teqez. Hevdîtina Mehmet Ocalan a Rêber Apo re, berdana Leyla Guven û geşedanên pê re bandor li me nekir. Ji ber ku divê ev tecrîd bihata şikandin. Ev tecrîd li ser me hemûyan bû. Me dizanî ku heke Rêber Apo biaxive wê hêviya azadî, wekhevî û aştiyê geş bibe. Tiştên hêvîdar jî çêbûn. Di Newroza îsal de gelê me li derdora berxwedanê bûn yek, tecrîd di raya giştî de hate nîqaşkirin û li gelek qadên navneteweyî bandora xwe kiribû. Van berxwedanan hêviya me xurttir dikir.

HEWLDANÊN ‘BIDAWÎKIRINA BÊ ARMANC’ HATIN PÛÇKIRIN

Dîlek Ocalan diyar kir ku ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê bêyî ku bigihêje armanca xwe were bidawîkirin, dewleta Tirk hin hewldan kir. Çalakger Ocalan diyar kir ku ew nehatin xapandin û helwesta xwe ya bi biryar domandine.

Çalakger Kardo Bokanî jî diyar kir ku wan xwestina garantiyeke fermî were dayîn ku tecrîd hatiye bidawîkirin û got ku “Em dizanin ku faşîzm nikare tu garantiyan bide. Di hevdîtinan de Rêbertî bala xwe daye şehadeta 9 çalakgeran û li ser vî esasî me biryar da. Derket holê ku helwesta bi biryar wê teqez serkeftinê bîne. Me dît ku êrîş çiqasî werin kirn, heke berxwedan û têkoşîn hebe, wê serfirazî pêk were. Wezîrê Edaletê bi daxuyaniya xwe diyar kir ku wan bi paş ve gav avêtine.”

YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Kardo Bokanî bangî hemû partî û tevgerên li Kurdistanê kir û got ku “Em Kurd li dijî çar dewletan şer dikin. Ji ber vê jî ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî gelekî girîng e. Heke em azadiya Rêber Apo û ya Kurdistanê dixwazin divê em yekîtiya neteweyî pêk bîn. KNK ji xeynî yekîtiya neteweyî tu daxwaza wê tune. Pêvajoyek heye ku ber bi azadiya Kurdistanê diçe, heke em dixwazin vê pêvajoyê bileztirkin divê em bi hev re bixebitin.”

‘HETA AZADIYA FÎZÎKÎ EM Ê DI NAV BERXWEDANÊ DE BIN’

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xelîl Çewlik jî diyar kir ku berxwedana li hemberî tecrîdê ne bi tenê pêvajoya greva birçîbûnê ye û got ku “Hê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk nehatiye. Heta ku ev tişt were kirin em ê her dem li ber xwe bidin. Ji me ya girîng pêvajoya piştî vêya ye. Rast e me tecrîd û faşîzm şikand. Bi vê re divê ji bo azadiya Rêbertiya me, em têbikoşin. Divê ciwan li ser vî esasî tevbigerin.”

‘HÊ TU TIŞT BI DAWÎ NEBÛYE!’

Yuksel Koç qala tiştên ji niha û pê ve kir û got “Berpirsyarî û peywireke dîrokî li pêş me ye. Ji bo ku Rêber Apo karibe diwarê aştî û demokrasiyê de rola xwe bi cih bîne, divê em têkoşînê geş bikin.”

Kardo Bokanî jî diyar kir ku armanca sereke azadiya Kurdistan û Ocalan e.

BIJÎŞKÊ ÇALAKGERAN BÛN ŞAHIDÊN ÇI?

Di çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê herî zêde tendirustiya çalakgeran dihat meraqkirin. Di pêvajoya 5 meh û nîvan de bijîşk Fahrettîn Gulşen got ku “Dema ku ev çalakî hate destpêkirin û ji min hate xwestin ku wekî bijîşk tevlî vê bigim, ez diketim fikaran. Ji ber ku me nedizanî wê çalakî çend rojan bidome û reaksiyonên bedena çalakgeran jî mirov nikare texmîn bike. Ji ber ku ez texrîbatên bedenan dizanim, ez zêde diketim nav fikaran. Bi naskirina reaksiyona bedena çalakgeran re ev fikar kêmtir bûn.

Bi zêdebûna rojan de çalakger heliyan û rewş girantir dibe. Dibe ku ev kes li ber çavê te ji jiyana xwe bibin. Ji bo bijîşkan ev rewşeke giran e. Min dît ku hinek heval hatine ber sînorê krîtîk. Pişika hin hevalan îltîhap girtibû. Ji ber ku îltîhab gelekî bi xetere ye. Bi rojan ez heta sibehê ranedizam.

Lê motîvasyona çalakgeran bandor li me jî dikir.Di roja 161’an de çalakgeran çalakiya xwe bi dawî kirin. Ji ber ku ez bijîşkê van kesên xwedî bawerî bûm, ez serbilind bûm.

Beriya destpêkirina çalakiyê me ji saziyên tendirustiyê xwestibû ku bila werin serdana çalakgeran û wan mûayane bikin. Me name ji wan re şand. Lê mixabin eleqedariya pêwist nîşan nedan. Bi pêşengiya Kurd-AKAD hin bijîşkên Kurd û Elman hatin. Hin peywirdarên tendirustiyêh hatin lê zêde ne bihistyar bûn. Ew ji mûayeneyê zêdetir wekî ji bo çavdêriya vir hatibûn. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî wan dan û jixwe careke din nehatin. Ji ber ku helwesta wan ne ya hekîm, bijîşk û kedkarên tendirustiyê bû.”