Komîteya Ragehandinê ya KNK’ê têkildarî şehadeta kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi sernavê ‘Bi şehîdkirina rojnamevanan, dengê azadiya gel qut nabe!” daxuyaniya nivîskî da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di 23’ê Tebaxa 2024’an de dewleta Tirk a dagirker li herêma Seyîdsadiq a Başûrê Kurdistanê êrîşî tîmeke rojnamevanên “Çiraya medyayê” kir û di encamê de 2 rojnamevan Hêro Behadîn a ku ji bajarokê Sengaw û Gulista Tara ya ku ji Êlihê bûn, şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi berdewamî hemû şêwazên şer û fişar li dijî Kurdan, şoreşê û destkeftiyên gelê Kurd bikar aniye, lê nekariye cesareta xelk û berxwedana gelê me bişkîne. Komplo, plan û êrîşên wan li pey hev hatine pûçkirin.
Ev êrîşa li dijî rojnamevan û dengê azad ê gelê me her çendî bû sedema windayî û qurbaniyên mezin jî, lê dîsa daxwaza dewleta Tirk bê encam ma. Rojnamevanên wêrek û rastbêj her tim dengê rast û durust ê gel in û mafên wan ên rewa bûne ne. Her tim rastiya dagirkerî, zordarî û bêdadiya dijmin û dagirkeran eşkere kirine. Loma ne ecêb û seyre ku dewleteke şovenîst û dagiker ji pênûs û kamereya rojnamevanan bitirse.
Em Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) sersaxiyê ji malbat, dost û hevrêyên her du cangoriyên dengê azadiyê re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfa û çakbûnê dixwazîn.
Em vê tawana hovane ya dewleta Tirk û desthilatdariya Erdogan–Bahçelî bi tundî şermezar dikin.
Em soza xwe ji gelê xwe re dubare dikin ku em ê nehêlin çira û ronahiya van rojnamevanan vemire! Em ê tekoşîna wan a ji bo eşkerekirina rastiya faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk berdewam bikin.”