BI DÎMEN

Li Freîburgê qurbaniyên qirkirinê hatin bîranîn

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Herêmî ya Freîburgê û Meclîsa Jinê ya Nûda li Freîburgê çalakî hate lidar xistin û qurbaniyên qirkirinê û kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, hatin bibîranîn.

PROTESTOYA QIRKIRINÊ

Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Herêmî ya Freîburgê û Meclîsa Jinê ya Nûda ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo qurbaniyên qirkirinê û kesên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûn, destpê kir.

Di çalakiyê de pankartên li ser qirkirinê hatin vekirin. Li vir endama Kurdistan Solî Armîn Fahl axaftinek kir. Fahl, bibîr xist ku Elmanya qirkirina li hemberî Êzidiyan bi yekdengî nas kir û dersînorkirina Êzidiyên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin, kolekirin û destdirêjî li wan hatiye kirin rexne kir.

Fahl, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şengalê jî rexne kir û destnîşan kir ku divê desthilatdarên Tirk ên ku destekê didin DAÎŞ’ê, di dadgehên navneteweyî de bên darizandin.
Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.