BI DÎMEN

Qurbaniyên qirkirinê li Berlînê hatin bîranîn

Di salvegera 10'emîn a qirkirina Şengalê de li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

BÎRANÎNA QIRKIRINÊ

Çalakî bi hevkariya Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Meclîsa Jinê ya Dest Dan, Nav Berlîn û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD) hate lidarxistin û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Girseya gel ji Rosa Luxemburg Platzê dest bi meşê kir û li Bebelplatzê mîtîngek lidar xist. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê axaftina destpêkê ji aliyê Berdevka SMJÊ Nûjiyan Gunay ve hate kirin.
Nûjiyan Gunay anî ziman ku li gel êrişan jî civaka Êzidî rêveberiyeke xweser ava kir û got, "Xelkê Êzidî ji bo jinûve avakirina Şengalê, xweserî, ewlekarî, alîkariya vegerê û konferanseke alîkariyê ya navneteweyî dixwaze. Tevî ku 10 sal di ser qirkirinê re derbas bûn hîn jî civaka navneteweyî bi berpirsyarî ranabe, divê dawî li vê helwesta xwe bîne. Misogerkirina paşerojeke bi rûmet û ewle ji bo mirovên sax mane gelekî girîng e."

Piştre endamê KNK'ê Mecît Haso, Seroka Tifaqa Jinê ya Navneteweyî (IAW) Marion Boker, siyasetmedar Nûrsel Aydogan axivîn û qurbaniyên qirkirinê bi bîr anîn.

Seroka Komeleya Kore ya Berlînê Nataly Han jî diyar kir ku divê sûcên li dijî Êzidiyan û qurbaniyên din hatine kirin neyên jibîrkirin û got, "Sûcên zayendî dem di ser wan re derbas nabe û ji bo yên sax mane em daxwaza edaletê dikin. Jin, Jiyan, Azadî."

Bi navê Meclîsa Jinê ya Êzidî Nûrê Alkiş jî helbesta 'Ez Şengal im' xwend.

Endamên Kevana Zêrîn jî hunera xwe pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana Şengalê" hatin qîrîn.