BI DÎMEN

Qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan li Stuttgartê hatin bîranîn

Êzidiyên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin, li Stuttgartê hatin bîranîn. Di çalakiyê de berxwedana hêzên Kurd jî hate silavkirin.

BÎRANÎNA KOMKUJIYA ŞENGALÊ

Êzidiyên ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de hatin qetilkirin, li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê di salvegera 10'emîn a qirkirinê de hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Meryem hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê jib o bîranîna qurbaniyên qirkirinê û şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.

Çalakiya li Konigstrasseyê ku kolana herî qelebalix a Stuttgartê ye bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Di çalakiyê de pankart û wêneyên ji dema qirkirinê hatin hildan.

Jinên ku tevlî çalakiyê bûn nerazîbûn nîşanî qirkirinê dan û berxwedana YPG û YPJ'ê silav kirin.

Di çalakiya bîranînê de li ser qirkirinê şano hate nîşandan.