BI DÎMEN

Qurbaniyên qirkirina Êzidiyan li Darmstadtê hatin bibîranîn

Li Darmstadtê bi boneya 10’emîn salvegera qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Êzdiyan çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Darmstadtê hate lidarxistin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de fîlma “Nameyên ji Şengalê” hat pêşandan.

Di bîranînê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser xiyaneta PDK’ê. Di axaftinan de hate gotin ku ev xiyanet bi qirkirina 2014'an re sînordar nemaye û êrîşên dagirkeriyê yên îro jî bi hewldanên qirkirinê ve girêdayî ne.

Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.