Qurbaniyên qirkirina Êzidî li Mannheîmê hatin bibîranîn
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê qirkirina ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hat destpêkirin, hat şermezarkirin û qurbanî hatin bibîranîn.
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê qirkirina ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hat destpêkirin, hat şermezarkirin û qurbanî hatin bibîranîn.
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê di 10'emîn salvegera komkujiya Şengalê de li ser banga Meclîsa Jinê ya Herêmê û Meclîsa Gel ve çalakî hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û kesên di qirkirinê de hatin qetilkirin, destpê kir.
Di mitîngê de hat destnîşankirin ku di êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat kirin de nêzî 10 hezar Êzidî hatin qetilkirin, nêzî 7 hezar jin û zarok hatin revandin û heta niha nêzî 3 hezar jin û zarok winda ne. Beşdaran bi daxwaza hesabdayîna berpirsên qirkirina Êzidî, danezanek bi Elmanî xwendin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bimre Xiyanet” û “Diktator Erdogan” bi dawî bû.