Qurbaniyên komkujiya Şengalê li Frankfurtê hatin bibîranîn
Li Frankfurtê qurbaniyên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn û wiha hate gotin, “Komkujî pêwîstiya rêxistinkirina xweparastinê ya jin û gelan eşkere kir."
Li Frankfurtê qurbaniyên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn û wiha hate gotin, “Komkujî pêwîstiya rêxistinkirina xweparastinê ya jin û gelan eşkere kir."
Bi wesîleya salvegera 10’emîn a Komkujiya Şengalê li Frankfurtê bîranîn û çalakiya protestoyî hat lidarxistin.
Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara û Women Defend Rojava hat lidarxistin de qurbaniyên komkujiyê hatin bibîanîn.
Endamên meclîsa jinan a di bin sîwana YJK’ê ya Hessenê de û Kurdistaniyên li navçeyên derdor dijîn tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de peyamên Rêxistina Jinên Êzîdî û TJA’ê yê hatin xwendin.
Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku di qirkirinê de herî zêde jin û zarok bandor bûn, di vê pêvajoyê de bi hezaran jin hatin revandin û firotin, bi hezaran zarok hatin windakirin û jin û zarok hatin tecawiz û êşkencekirin.
Hate diyarkirin ku komkujî pêwîstiya rêxistinkirina xweparastinê ya jin û gelan eşkere kir û îşaret bi rêxistinbûna bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat kirin.
Beşdarên çalakiyê ji bo balê bikşînin ser du jinên ku li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, derbasî çalakiya ku wê di saet 16:00’an de li Hauptwachê bê lidarxistin bûn.