Qirkirina Şengalê li Kielê hat protestokirin
Kesên di Qirkirina Êzidiyên li Şengalê de hatin qetilkirin di salvegera 10’an a komkujiyê de li bajarê Kiel ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Kesên di Qirkirina Êzidiyên li Şengalê de hatin qetilkirin di salvegera 10’an a komkujiyê de li bajarê Kiel ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Salvegera 10’an a Qirkirina Êzidiyan li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi çalakiyekî hate protestokirin.
Çalakî ji aliyê Defend Kurdistan û Meclîsa Gel a Kîelê ve li kolana Holstenstr ku kolana herî qelebalix a bajêr e, hat lidarxistin. Di çalakiyê de kon hat vedan û stand hat danîn. Di çalakiya ku pankart û afîşên têkildarî qirkirinê hatin vekirin û danezan hatin belavkirin de, endamê Defend Kurdistan axivî. Di axaftinê de bal kişandin ser dewleta Tirk û hevkarên wê yên di sûcê qirkirinê ya Şengalê de ku hîna berdewam dike.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku hevkariya Elmanyayê ya bi Tirkiyeyê re nayê qebûlkirin û ev peyam hat dayîn, “Bêdeng mayîn tê wateya erêkirina komkujiyên li Şengal û Kurdistanê.”