BI DÎMEN

Qirkirina Êzidiyan li Bordeauxê hat bîranîn

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê kesên ku di komkujiya Şengalê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn.

BÎRANÎNA QIRKIRINA ÊZIDIYAN

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi pêşengiya Ciwanên Bordeaux, Tevgera Jin û CDK-B’ê ve Qirkirina Êzidiyan a 3’ê Tebaxa 2024’an hat bibîranîn. Bi sedan Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin û gerîlayên di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de parastina Şengalê kirin û şehîd bûn, destpê kir. Di çarçoveya bîranînê de sêwirandinek ji bo temsîlkirina berxwedana hêzên gerîla ku Şengalê parastin û tîştên ku kesên di 3’ê Tebaxa 2014’an de hatin qetilkirin û jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin di wê demê jiyan, hate nîşandan.

Piştre li ser navê Tevgera Jin Badîa Qamişlo daxuyanî da û çalakî bi dawî bû.