BI DÎMEN

Qetilkirina rojnamevanan li Chur û Muhinê hat şermezarkirin

Qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li bajarê Chur ê Swîsreyê û li bajarê Munih ê Elmanyayê hat protestokirin.

Çalakiyên protestokirina qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’ê Tebaxê de li Silêmaniyê di êrîşa balefirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, dewam dikin. Li bajarê Chur ê Swîsreyê û li bajarê Munih ê Elmanyayê daxuyaniyên protestokirinê hatin dayîn.

CHUR

Kurdistaniyên ku li pêşiya stasyona trenê ya navendî ya Churê li hev civiyan, wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin hilgirtin. Piştre li ser navê Însîyatîfa Jinên Kurd a Churê Bêrîtan Boltan daxuyanî da. Boltan destnîşan kir ku komkujî bi alîkarî û erêkirina rêveberiya PDK’ê pêk hatiye.

Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca dagirkerî û îlhaqkirinê li Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Başaran anî ziman ku faşîzma AKP-MHP’ê her roj li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike, rêveberiya PDK’ê jî dibe şirîkê van komkujiyan û got ku PDK bi şirîkatiya faşîzma AKP-MHP’ê dijminatiya gelê xwe dike.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

MUNÎH

Qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Munihê hat protestokirin. Di çalakiyê de daxuyanî hate xwendin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bimre xiyanet”, “Terorîst Erdogan” , “Terorîst Erdogan raus aus Kurdistan” hatin berzkirn.