Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Qedexeya PKK’ê li Den Haagê hat protestokirin

Rêxistinên Tevgerên Ciwanên Kurd, zextên dewletên Ewropayê yên li ser Kurdan ên ji ber qedexeya PKK'ê, bi meşekê heta Konsolosxaneya Elmanyayê protesto kirin.

Rêxistinên Tevgerên Ciwanên Kurd di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin ba hev. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) tevlî meşê bûn.

Meş ji qada Carnegîepleîn hat Konsolosxaneya Elmanyayê berdewam kir. Di meşê alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan.

Di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vire“ û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Ciwanan li ber Konsolosxaneya Elmanya bi zimanê Ingilîzî û Hollandî daxuyanî xwend.

Ciwanan meşa li Berlînê ya li dijî qedexeya PKK’ê silav kir û durûtiya welatên Ewropayê protestokirin.