Qasim Engîn û Zîn Avesta li Kopenhagê hatin bibîranîn

Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn û Fermandara YJA Starê Zîna Avesta hatin bibîranîn.

Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn (Îsmalîl Nazlikul) ku 27'ê Gulanê bi êrîşa hewayî ya Tirk şehîd bûyî û yek ji Fermandara HPG'ê û YSA Starê Zîn Avesta (Hafîze Ozdemîr) ku li Dersimê şehîd bûyî hatin bibîranîn.

Bîranîna ji hêla Meclîsa Jinan a Sêvê ve hate organîzekirin û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di bîranînê de siyasetmedarê Kurd Bavê Huseyîn axivî.

Bîranîn piştî sînevîzyonê bi dirûşmeyan qediya.