PVDA'yê serdana çalakgerên grevê yên li Den Haagê kir

Serdanên ji bo Kurdistaniyên ku çend roj berê tevlî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bûn, didomin.

Kurdistaniyên bi navê Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakir li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêr tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû. Serdanên ji bo çalakgeran dewam didomin.

Berdevka Eyaleta Başûrê Hollandayê ya Partiya Karker a Hollandayê (PVDA) Anne Konîng doh serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir.

Konîng di dema serdanê de peyamek da û diyar kir, ku tecrîd û bêhiqûqî ne ya qebûlkirinê ye. Konîng got, "Ez piştgiriyê didim Leyla Guven û çalakgeran hemûyan" û anî ziman, wê berxwedana grevên birçîbûnê bixe rojeva koma meclîsê ya PVDA'yê.