Protestoyên li dijî dagirkeriyê ya li Elmanya didome
Kurdistanî û dostên wan ên li gelek bajarên Elmanya daketin qadan êrîşên qirker û dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li gelek bajarên Elmanya daketin qadan êrîşên qirker û dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan protestokirin.
Protestoyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava dewam dike.
KOLN
Bi tevlîbûna hezarna Kurdistanî û dostên wan ên Elman ên li pêşiya Dêra Dîrokî ya Don hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Çalakiya bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Viyan a Koln û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê pêk hat, li gel rêxistinên Başûr, Rojhilat û Rojavayî gelek rêxistinên ciwanan ên Elman, MLKP, ADKH û komên din ên çepgir jî piştevanî kirin.
DÛÎSBÛRG
Li ser banga Plaftorma Parastgina Rojava ji duh ve bi çalakiyên cuda êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Dûîsbûrgê hate protestokirin.Komên çep ên Tirkiyeyî û Elman jî piştgirî dan çalakiyê.
BREMEN
Li bajarê Brenem ê Elmanyayê bi tevlîbûna nûnerên partiyên çar parçeyên Kurdistanê, Komîteya Piştevaniya Kurdistan, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistan, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan, Tevgera Jinan, rêveberên mizgefta Seîd Kurdî û gelek Kurdistanî û dostên wan ên Elman tevlî çalakiyê bûn.
KASSEL
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Kasel ê Elmanyayê hatin ba hev dagirkeriya Tirk a li ser Rojava protesto kirin. Çalakî ji aliyê sazî û dezgehên Kurd û komên çep ên Elman ve hate organîzekirin, li Konîgsplatzê pêk hat.
MUNSTER
Li bajrê Munster ê Elmanyayê jî bi dirûşman û meşekê ya ber bi Sefaretxaneya Tirk ve êrîş hatin protestokirin.
HEÎLBRONN
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Heîlbronn a Elmanyayê dijîn li stasyona trenê ya navenda bajar Haûptbahnhofê hatin ba hev dagirkeriya li ser Rojava protesto kirin.