Prof. Dr. Cavallî: Divê parastina Ocalan peywira me hemûyan be

Serokê Yekîtiya Têkoşîna li dijî Penceşerê ya Navneteweyî (ÛICC) Profesor Doktor Franco Cavallî  çalakiyên grevên birçîbûnê silav kir û got ku, “Ocalan rêberekî gelekî û fîlozofekî sedsala 21’an e. Nabe ku ew di şertên xerab de were ragirtin.”

Serokê Yekîtiya Têkoşîna li dijî Penceşerê ya Navneteweyî (ÛICC) Profesor Doktor Franco Cavallî  derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê ji ANF’ê re axivî.

Cavallî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven silav kir û diyar kir ku nabe Ocalan di şertên xerab de were ragirtin.

‘EZ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ SILAV DIKIM’

Cavallî got ku, “Her kes dizane ku Ocalan di bin tecrîdeke mezin de ye. Çalakiyên grevên birçîbûnê jî li dijî vê tecrîdê berxwedaneke mezin e. Başkirina şertên Ocalan di heman demê de tê wateya ku deriyên diyalogê jî were vekirin. Dewleta Tirk him li hundir û him jî li derve li dijî Kurdan şerekî mezin dike. Çalakiyên ji bo Ocalan gelekî girîng in. Parastina Ocalan divê peywira me hemûyan be. Ji ber ku Ocalan ji bo Kurdan sembol û rêberek e. Me heman tişt di rewşa Mandela de jî dîtibû. Rola Ocalan wekî ya Mandela ye. Rêzdar Ocalan ji Mandela wêdetir, fîlozofekî sedsala 21’an e. Ocalan bi paradîgma xwe teoriyeke mezin ava kiriye. Tezên ku Ocalan daniye holê îro ji bo hemû gelên cîhanê girîng e. Erdogan û dewleta Tirk ji ber ku ji fikrên Ocalan ditirsin, ew xistine bin tecrîdê.”

‘ERDOGAN JI EWROPAYÊ HÊZÊ DISTÎNE Û ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE’

Serokê Yekîtiya Têkoşîna li dijî Penceşerê ya Navneteweyî (ÛICC) Profesor Doktor Franco Cavallî  diyar kir ku ji ber polîtîkayên Ewropayê Tirkiye êrîşî Kurdan dike û got ku “Erdogan ji ser penaberan gefan li Ewropayê dixwe. Erdogan bi pereyê ku ji ser penaber qezenc kiriye, welat piçekî be jî ji krîza aborî derxist. Ji ber gefên Erdogan saziyên Ewropayê bêdeng dimînin. Di heman demê de bi hêza ku ji Ewropayê distînin tecrîda li ser Ocalan tê kirin. Divê Ewropa xwe ji vê rewşê rizgar bike û Ewropa xwe bide kêleka gelê Kurd. Erdogan dîktatorekî mezin e û ji mirina bi hezaran Kurdan berpirsyar e.”

‘REWŞEKE KAMBAX E KU PKK WERE TERORÎST WERE DÎTIN’

Cavallî diyar kir ku gelek welatên Ewropayê ji PKK’ê re dibêjin ‘terorîst’ û got, “Em welatên Ewropayê, em nikarin bibêjin ku me li dijî terorîzmê şer kir. Ewropa cesareta wê tunebû ku li dijî DAÎŞ’ê şer bike. Tenê Kurdan pişta DAÎŞ’ê şikandin. Îro Erdogan rabûye, bi çavên terorîstan li Kurdan dinihêre. Ev rewşeke gelekî kambax e. Divê neyê jibîrkirin herî zêde Kurdan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û herî zêde wan berdêl dan. Ligel van tiştan dema ku ji PKK’ê re bibêjin terorîst ev gelekî kambax e.”