Primas: Hevrêtiya Fransa-Elmanyayê divê Ewropayê bi pêş ve bibe
Berdevka hikumeta Fransayê Sophie Prima anî ziman ku hevrêtiya Fransa-Elmanyayê divê xwe ji nû ve ava bike û Ewropayê bigihîne asteke nû.
Berdevka hikumeta Fransayê Sophie Prima anî ziman ku hevrêtiya Fransa-Elmanyayê divê xwe ji nû ve ava bike û Ewropayê bigihîne asteke nû.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Şanşolye Olaf Scholz wê li Qesra Elysee bi hev re xwarinê bixwin û xatir ji hev bixwazin. Ev hevdîtin wê mehek beriya hilbijartinên parlamentê yên Elmanyayê pêk were. Nayê payin ku Scholz careke din bibe serokwezîr.
Berdevka hikumetê Sophie Primas demeke kurt beriya xwarinê daxuyanî da û anî ziman ku hevrêtiya Fransa-Elman divê "Xwe ji nû ve ava bike" û "Gaveke nû bi Ewropayê bide avêtin."
Primas got, "Hevgirtina Fransa û Elmanyayê li gel nêrînên cuda yên hin mijaran" ji bo Ewropa ji nû ve gavê biavêje "teqez pêwîstî" ye.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen jî têkildarî heman mijarê daxuyanî da. Von der Leyen got, "Ev hevrêyên ku carna weke hevrêyên Fransa-Elman tê pênasekirin, divê ji nû ve bê avakirin û gava pêwîst bi Ewropayê bide avêtin."