Li Koln, London û Zurîchê ji bo Can TV’yê şevên piştgiriyê tên lidarxistin
Ji bo Can TV’yê ku li Elmanyayê weşanê dike, li Koln a Elmanyayê, li Londonê ya Îngilîstanê û li bajarê Zurîch ê Swîsreyê şevên piştgiriyê tên lidarxistin.
Ji bo Can TV’yê ku li Elmanyayê weşanê dike, li Koln a Elmanyayê, li Londonê ya Îngilîstanê û li bajarê Zurîch ê Swîsreyê şevên piştgiriyê tên lidarxistin.
Li Ewropayê ji bo Can TV’yê ku televîzyona civaka Elewî ye şevên piştgiriyê tên lidarxistin.
Li Saal 2000’î ya li Bergîsh Gladbachê ya li nêzî bajarê Koln ê Elmanyayê wê di 26’ê Çileyê de şeva piştgiriyê ji bo Can TV’yê bê lidar xistin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Uçar wê weke axaftvan beşdarî vê çalakiyê bibe. Di çalakiya li vir de wê hunermend Tolga Sag, Evrîm Alî, Zaza Women Musîc Project û hunermendên din derkevin ser dikê.
Çalakiya li Swîsreyê wê li bajarê Zurîch, Ûîtkonerstrasse 17 8952, Schlieren Zurîchê pêk were. Di çalakiya li vir de wê wekîlê DEM Partî Alî Boz beşdar bibe û çalakî wê saet di 13'yan de destpê bike.
Li Londonê ya ku paytexta Îngîlîstanê ye şeva piştgiriyê wê 24'ê Çile pêk were. Çalakiya li vir wê di saet 17'an de destpê bike û wê wekîlê DEM Partî Alî Bozan weke qiseker beşdar bibe. Çalakiya piştgiriyê wê li Cemxane ya Londonê bê lidarxistin.