NÛ BÛ

Kalkan: Hewldanên Rêber Apo ji bo rizgariya Tirkiyeyê şensê dawî ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Ne di gotin ne jî di pratîka AKP'ê de guhertinek nîne. Hewldanên Rêber Apo ji bo rizgariya Tirkiyeyê şensê dawî ye. Em her tim li pişt pêvajoya Rêber Apo ne."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bersiv da pirsên Medya Haber TV. Nirxandinên Dûran Kalkan bi vî rengî ne:

"Beriya her tiştî Rêber Apo yê ku berxwedana herî bi wate ya dîrokê dimeşîne, bi hurmet silav dikim. Belê bi Rêber Apo re du hevdîtin hatin kirin sala derbasbûyî. Di 23'ê Cotmehê de hevdîtina destpêkê, di 28'ê Kanûnê de jî ya duyemîn pêk hat. Peyamên Rêber Apo yên di hevdîtina duyemîn de ji aliyê heyetê ve bi raya giştî re hatin parvekirin. Hevdîtina destpêkê ji aliyê biraziyê wî ve hate kirin, weke hevdîtineke malbatî hate nirxandin. Lê belê di hevdîtina duyemîn de Heyeta DEM Partiyê hevdîtin pêk anî.

Daxuyanî ji raya giştî re hatin dayin, weke peyamên Rêber Apo. Piştre jî heyet xebitî. Bi navendên giştî yên partiyên li meclîsê re hevdîtin kir. Hevdîtin bi hin şexsan re kir. Herî dawî jî daxuyanî li ser hevdîtinan da. Her wiha têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re hin agahî jî bi rêya çapemeniyê da.

Me ev yek bi baldarî şopand, em dişopînin. Em hewl didin peyamên Rêber Apo fêhm bikin. Di heman demê de encamên karên heyeta DEM Partiyê. Ji bilî vê ti agahiya me nîne. Hevalê Cûma jî daxuyanî da. Bangek ku li me hatibe kirin, peyamek ji me re hatibe şandin, daxwazek ji me hatibe kirin bi rengekî fermî heta niha nîne. Lewma em naveroka nîqaşan nizanin. Her wiha tiştekî ji me hatiye xwestin jî nîne.

Em weke raya giştî, weke her kesî li daxuyaniyên li ser çapemeniyê dinihêrin, hewl didin rewşê fêhm bikin û dersê ji peyamên Rêber Apo werbigirin. Rewş bi vî rengî ye. Gelek tişt têne gotin. Lê belê di pratîkê de rewşeke cuda nîne. Nîqaşek bû. Ev gelekî girîng û bi wate bû. Rêveberiya me li ser vê yekê daxuyanî da. Me qîmet da van nîqaşan, girîng dît. Em bi baldarî dişopînin. Me ji raya giştî re ji xwe eşkere kir ku em ê bi berpirsyariya xwe rabin. Muzakerevanê me yê sereke ji xwe Rêber Apo ye. Em timî li pişt pêvajoyeke ku ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin sekinîn.

Ji niha û pê ve jî em ê li pişt bisekinin. Em ê li gorî biryarên wî tevbigerin. Me ev yek anîn ziman. Lê belê ji vê wêdetir em pratîkekê nabînin. Ne di gotinê ne jî di pratîka dersthilatdariyê bi taybetî jî AKP'ê de guhertinek nîne. Hin derdorên çapemeniyê jehr ji devê wan diherike. Li gorî xwe nêzîkatiyên sivik nîşan didin. Qaşo heqaretê dikin. Lê belê rewşa xwe ya sixêf û erzan nîşan didin. Ev yek ji ber desthilatdariyê ye. Di serî de Tayyîp Erdogan gotin û daxuyaniyên derdorên AKP'ê rê nîşanî çapemeniyê didin. Naxwe ev bi serê xwe nînin.

Bêguman li nava partiyên cuda de jî tehrîk heye. Li aliyê din pratîkên wan jî dewam dikin. Di van pratîkan de ti guhertin nîne. Êrîşên li ser gel, girtin, tayînkirina qeyûman dewam dikin. Zemê dikin, zext û mêtingeriyê dewam dikin. Li Îmraliyê jî têkilddarî rewşa Rêber Apo ti guhertinek nehatiye kirin. Belê, hevdîtin bû. Ev yek encama têkoşîna li ser bingeha Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî pêk hat.

Me ev yek beriya niha anîn ser ziman, nirxandin. Ev yek serketinek bû. Rêveberiya me daxuyanî da. Destnîşan kir ku tecrîd hate qulkirin. Ev yek hate nirxandin ku ev nirxandin rast e. Lê belê ji vê wêdetir pratîkek nîne. Têkildarî rewşa Rêber Apo ji aliyê desthilatdariyê ve ti guhertin nehatiye kirin. Agahiya me nîne.

'YÊN KU BANG KIRIN, YÊN KU BERPIRSYAR IN EGER CIDÎ BIN, DI PRATÎKÊ DE DIVÊ GAVÊ BIAVÊJIN'

Lewma li gorî me bêguman tecrîd dewam dike. Sîstema Îmraliyê mîna xwe dewam dike. Şert û mercên heyî yên Rêber Apo di nav de ne dewam dike. Di şert û mercan de guhertinek nîne. Têkildarî vê yekê em karekî pratîkî jî nabînin. Belê, nîqaş hatin kirin. Heyeta DEM Partiyê hevdîtin kir. Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê daxuyanî dan. Ev bi wate û girîng in. Lê belê ev nîqaş e. Pratîkek li gorî xweşbîniya nîqaşê nîne. Mînak em nizanin bê li Meclîsê karek tê kirin an na. Ne diyar e bê sererastkirineke qanûnî heye yan na. Devlet Bahçelî bang kir. Gelek derdor jî tevlî vê bangê bûn. Gotin, bila Rêber Apo bê meclîsê. Gotin, bila li koma DEM Partiyê biaxive. Baş e, wê çawa ji Îmraliyê derkeve û bê? Haydê bila bê. Kî li pêşiya vê asteng e? Ji bo anînê, gelo yên ku ev bang kirin tiştek peyda kirin? Ketin nava hewldanan? Hewldaneke xwe heye? Me tiştek nedît. Yanî bêyî ku ti guhertin bê kirin ji Rêber Apo dixwazin ku daxwazên wan bi cih bînin û li benda vê ne. Ev yek ne karekî bê kirine. Eger cidî bin, bi rastî jî bi karên heyetê re xweşbîniyek belav bû, em vê girîng dibînin, bi wate dibînin. Piştgiriyê didin. Yanî bila kes nebêje PKK filan tiştî dibêje, li ber radibe. Tiştekî bi vî rengî nîne. Weke tevger û gel em bi baldarî pêvajoyê dişopînin. Lê belê yên ku ev bang kirin, yên ku dixwazin tiştek bibe, li gorî wê yekê kar nakin. Rêber Apo got, eger şert û merc bêne afirandin, derfet bêne afirandin, sîstema tecrîd êşkenceyê ya Îmraliyê bê guhertin, şert û mercên jiyana azad bêne afirandin ez ê karibim bi rola xwe rabim. Di rewşa heyî de dikare çi bike? Wê çawa daxuyaniyê bide? Nikare tiştekî bibêje. Bi halê hazir gotinên wî nikarin bêne weşandin, kî biweşîne sûc e. Tê girtin, tê berhevkirin parêznameyên Rêber Apo. Ne tenê pirtûkên wî her wiha parêznameyên wî jî têne berhevkirin. Tiştên ku bi rengekî qanûnî hatine kirin. Kî dikare vê bike? Lewma hewldanek nîne. Em nabînin. Halbûkî pêwîstî bi pratîkê heye. Yên ku ev bang kirin, yên ku xweşbînî afirandin eger cidî bin hingî divê gavên pratîkî biavêjin. Bila şert û mercên guncaw biafirînin ku Rêber Apo karibe li koma DEM Partiyê biaxive. Bila pêşî lê vekin ku karibe siyasetê bike. Bila xwedî şert û mercên kar û jiyaneke azad be. Bila êdî dawî li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bînin. Hîn hem ew sîstem wê dewam bike, hem jî ev ê weke hêviyê belav bikin. Ev mijarên rast nîne.

Em nabêjin her tişt neyînî ye, bi taybetî yên ku ev bang kirin, yên ji vî karî berpirsyar in, yên dixwazin bi rastî jî tiştekî bikin, rewşê biguherînin, eger ji gotinên xwe bawer dikin wê demê bila gavên pratîkî biavêjin.

'DI TÊKOŞÎNÊ DE LAWAZIYEKE BIÇÛK JÎ DIVÊ NEYÊ KIRIN'

Ya ji bilî vê têkoşîn e. Heta niha çawa ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi navê Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî çalakî hatin kirin, gelê Kurd û dostên wan li çar parçeyên Kurdistanê, li çar aliyên cîhanê divê vê pêngavê dewam bikin, têkoşînê dewam bikin. Lawaziyeke biçûk divê nebe. Bi têkoşînê dikare gav bi wan kesan bide avêtin ku diaxivin lê belê bi cih nînin.

Eşkere ye ku her tişt bi têkoşînê dikare bê bidestxistin. Her tişt bi têkoşînê tê afirandin. Wê demê divê em têbikoşin, hîn bêhtir têbikoşin, bi rêbazên hîn afirîner têkoşînê bimeşînin û encamê werbigirin.

Belê, ji aliyê encamên afirîner ve Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî bêguman encamên girîng bi xwe re anî. Me gotibû wê bi vî rengî bibe. Bi rastî jî me gotibû pêşketinên mayinde wê di çarçoveya armancên pêngava azadiyê de bin. Niha pêşî li vê yekê vebûye. Lê belê ji bo pêkanînê jî divê em hîn bêhtir têbikoşin, têkoşîneke hîn bi bandor bimeşînin. Em têkoşeran careke din silav dikin. Bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku têkoşîneke hîn bi bandor bimeşînin.

Beriya 10-15 salan, beriya 20 salan di dema pêvajoya hiqûqî de, dema ku Rêber Apo parastina xwe dikir, di parêznameyên xwe de ev rewş nirxand. Şert danî. Gotibû, eger bi vî rengî bê kirin wê ev encam pêk bê, bi wî rengî bê kirin wê encameke bi vî rengî jê bê. Gotinên Rêber Apo yek bi yek pêk tên. Divê beriya her tiştî her kes vê bibîne. Divê bi sivikî nêzî Îmraliyê nebin. Ti qîmetên sivik ên hin mirovên ketî nîne. Êdî cîhan vê yekê qebûl dike. Her kes qebûl dike. Çend kesên beredayî rabûne hewl didin tevlîheviyê bikin. Ti wateya wê nîne. Li aliyê din çawa bû? Du aliyên xwe hene. Yek, em têdikoşin. PKK bi pêşengiya Rêber Apo zêdeyî pêncî sal in di vê oxirê de têdikoşe. Ji bo vî mejî û polîtîkayê biguherîne. Ev çi bû? Mejî, siyasetê qirker, mêtinger, faşîst û dijminê Kurdan. Çil sal derbas bûn, şerê me yê azadiyê di sala 41'emîn de ye, bi rengekî bê navber dewam dike. Êrîşên şerê taybet ên qirker, faşîst û topyekûn ên rêveberiya faşîst ku li ser bingeha 'Plana Çalakiyê ya Têkbirinê' dimeşîne 10 salan tijî dike.

'ŞER KIR, NEKARÎ ENCAMÊ BI DEST BIXE, NIHA LI ÇAREYÊN CUDA DIGERE'

Li hemberî vê yekê weke tevgera azadiyê û gel me berxwedaneke topyekûn meşand. Di rewşa heyî de yên ku plan amade kirin û xistin meriyetê negihîştin armancên xwe û ew bi xwe hatin asta hilweşînê. Plana têkbirinê bi têkoşînê bi vî rengî hate têkbirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê gihîşt asta hilweşînê. Çi kirin, hemû derfetên Tirkiyeyê pêşkêş kirin, ji her deverê piştgirî wergirtin, ji NATO, ji Çînê, ji Rûsyayê, ji her derê piştgirî wergirtin, her cûre çek bi kar anîn, guh neda exlaq û hiqûqê, bi hezaran carî sûcên şer kirin û di êrîşên xwe de bi ser neketin. Gerîlayên Kurd ên leheng li Zap, Metîna, Avaşîn, Herêmên Parastinê yên Medyayê û li çar aliyên Kurdistanê li ser xeta fedaîtiyê bi lehengî il ber xwe dan û mînakên lehengiya herî mezin a dîroka berxweedanê nîşan dan. Jin, ciwanên Kurd bi hişmendî û rêxistiniyeke bêhempa bi şev û roj têkoşiyan. Gelê Kurd û dostan li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîn meşandin. Ev têkoşîn herî dawî ji 10'ê Cotmeha 2023'an û pê ve li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû çalakiyeke bi plan. Dawiya dawî salek li pey xwe xist, kete sala duyemîn û di tecrîda mutleq de şikestin pêk anî. Hêzên ku dîtin hildiweşin, ji bo ji vê rewşê rizgar bibin li çareyekê geriyan. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yê destpêkê bû ku li çareyeke rizgariyê geriya. Çima? Ji ber ku wî şer dimeşand. Rewşeke eşkere û tê fêhmkirin e. Dibêjin, çima hewldan ji aliyê Bahçelî ve hate destpêkirin? Min wê demê jî got, wê ji kê bihata? Her hal ji rantxuran nedihat, kî şer dike wê ji wî bihata. Şer kir, nekarî encamê werbigire, bêçare ma. Niha li çareyeke cuda digere. Ev yek normal e. Lewma aliyekî mijarê ev e. Ev yek eşkere bû. Hêz bi xwe re nedîti ku karibe van êrîşan dewam bike. Ne di wê astê de ne ku karibin armanca xwe bi ser bixînin.

Li aliyê din ev yek encamên Şerê Cîhanê yê 3'yemîn e ku 35 sal in li Rojhilata Navîn dewam dike. Ev şer timî dibe mijara nirxandinê. Bi şer û krîza Kendavê destpê kir, piştî belavbûna Yekîtiya Sowyetê li ser bingeha stratejiya sîstema cîhanê ya nû ya DYE'yê ji bo bidestxistina Kendavê nêzêı 20 salan li dora Kendavê êrîş hatin kirin. Zêdeyî 10 sal in, nêzî 15 sal in ji bo misogerkirina kontrola li Rojhilatê Derya Spî êrîşan dikin. Şer di navbera sîstema sermayeyê ya yekperest a global û statukoperestiya netewe dewletê de ye ku bi Şerê Cîhanê yê 1'mîn re hate afirandin. Navenda vê statukoperestiyê li Iraqê bi hilweşîna desthilatdariya Baasê re destpê kir. Di 7'ê Cotmeha 2023'an de Şerê Xezeyê destpê kir. Bûyerên ku piştre biqewimin kêm zêde ji aliyê her kesî ve hate dîtin. Çima? Ji ber ku beriya wê, yên ku ev êrîş dikirin armancên xwe îlan kirin. Gotibûn Projeya Rojhilata Navîn a mezin, gelek daxuyanî dabûn lê belê naveroka gotinên xwe danegirtibûn. Gelek tişt nezelal mabûn. Lê belê piştî civîna bilind a G20 a li Hindistanê ev yek îlan kirin. Çi bû? projeya rêya bazirganî û enerjiyê ya nû ya ji Hindistanê heta Yewnanistanê bû. Destpêkê derdora Kendavê bi dest xistin, derdora Erebistana Siûdî. Piştre jî bi pêşengiya Îsraîlê Rojhilatê Derya Spî kontrol dikin. Yanî rê paqij dikin. Bêbandorkirina Hamasê ew bû. Me wê demê got, dor wê bê Lubnanê. Ji ber ku rê îlan kirin. Piştre jî wê bê Sûriyeyê. Di rastiyê de jî bi wî rengî bû. Piştre dema ku sala xwe temam kir şerê Lubnan-Hîzbûllahê destpê kir. Bû şerekî matmayî. Her kes li bendê bû ku ew şer demeke dirêj dewam bike. Hîzbûllahê di demeke kurt de derbên gelekî giran xwar. Îsraîlê ku piştgirî ji DYE û Ewropayê wergirt, xuya ye gelekî xwe amade kiribû. Bi xurtî lê da. Piştre jî eşkere bû ku wê dor bê Sûriyeyê. Piştî ku Hîzbûllahê derba giran xwar, ev yek hat wê wateyê ku îranê derb xwariye. Piştî ku di hilbijartinên 6'ê Mijdarê de Trump bi ser ket, ji bo rêveberiya DYE'yê zemîna lihevkirina bi Rûsyayê re ava bû. Di nava sê hefteyan de lihevkirina pêwîst kirin. 20 roj piştî hilbijartinên DYE'yê êrîşên li ser rêveberiya Esad di ser Helebê re dan destpêkirin. Û di nava hefteyekê de desthilatdariya Baas a Sûriyeyê ket, hilweşiya.

'EGER TIRKIYE NEGUHERE, DEMOKRATÎK NEBE WÊ HILWEŞE'

Hîmê Ereb ê statuya netewe dewletê ya ku piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn li Rojhilata Navîn ava bû hilweşiya. Çi ma? Tirkiye û Îran man. Tirkiye û Îran ji xwe hêzên hegemonîk ên herêmî yên vê statukoyê bûn. Lewma dor hatiye hilweşîna statukoperestiya netewe dewletê ya Tirkiye û Îranê. Êrîşên sîstemê wê li ser vê yekê bin. Îran vê yekê ji nêz ve hîs dike. Hewl dide li gorî vê yekê tedbîran werbigire. Rêveberiya kûr a Tirkiyeyê ev yek hîs kir. Û Devlet Bahçelî jî got, pirsgirêka mayindebûna dewletê kete rojevê û ji 1'ê Cotmehê û pê ve nîqaşên navborî da destpêkirin. Bang kir. Got, em hevkariya navxweyî bikin, em xwe li ser piyan bigirin, naxwe Tirkiye wê hilweşe. Ew rast bû. Bi rastî jî eger Tirkiye xwe neguherîne, demokratîk nebe, pirsgirêkên xwe çareser neke wê hilweşe.
Çawa ku netewe dewletên din ên Ereb hilweşiyan, aqûbeta dewleta Tirk jî wê ne cuda be. Yekane tişta ku pêşî li vê yekê bigire demokratîkbûn e. Çareseriya pirsgirêka Kurd e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê jî tenê bi çareseriya li ser bingeha azadiya pirsgirêka Kurd dibe. Mifte pirsgirêka Kurd e. Çareseriya pirsgirêka Kurd e. Mifteya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Lewma bi navê yekîtiyê bang li Rêber Apo kirin. Muxatab qebûl kirin. Me ev rewş girîng dît. Gotineke ewçend vekirî ya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku ji destpêkê ve Şerê Qirkirina Kurdan bi rengekî îdeolojîk û leşkerî dimeşand, girîng bû. Lê belê wê encam çi be? Me got, li Iraqê wê bi ser yên dijberî vê de biçin, dor wê bê Qibrisê û hat. Nîqaş li ser giravan tê kirin, nîqaşên li ser Qibrisê ji niha ve hene. Tirkiyeyê li hemberî vê helwest nîşan da. Qeyûm li Akdenîzê tayîn kirin. Pêwendiya vê yekê bi pêvajoyê re heye. Pêwendiya êrîşên rêveberiya AKP'ê li ser şaredariyan bi polîtÎkaya qeyûmkariyê heye, lê belê di vê demê de tayînkirina qeyûm li şaredariya Akdenîz a Mersînê pêwendiya xwe bi wê yekê re heye ku dor hatiye Qibrisê. Li gorî xwe tedbîran werdigirin, lê belê nikarin bimînin. Têkiliya bi Qibrisê re li ser Mersînê ye. Dixwazin eniya paş, yanî çeperê xurt bikin. Xwe ji şer re amade dikin, li gorî xwe. Bêguman nikarin çareseriyê biafirînin. Bi vî rengî çareserî nabe.

Ev pêvajo ji bo rêveberên Tirkiyeyê bi vî rengî ket rojevê. Wê rast fêhm bikin an na? Wê nirxandineke rast a têrker bikin an na? Wê polîtîkayeke nerm a ji bo çareseriya pirsgirêkê karibin bimeşînin yan na? Wê hêzên demokratîk karibin pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin an na? Em ê di demeke nêz de vê bibînin. Rêber Apo jî di vir de bi înîsiyatîf rabû.

'PARTIYÊN DIN DIVÊ HÎN BÊHTIR HEVGIRTÎ BIN'

Heyet xwedî tecrûbe ye. Di nava atmosfereke welê ya tevdanê ya hin derdorên bê berpirsyar û hin saziyên çapemeniyê de hewldaneke bi rastî jî bi berpirsyarî meşand. Encam jî eşkere kir. Erênî dibînin, xweşbîn in, lê fikarên xwe jî diyar kirin. Fikarên wan di dema hevdîtinan de jî hatin dîtin. Herî zêde têkildarî AKP'ê ye. Xuya ye cidî nêzîk nabin. Gotinên Tayyîp Erdogan û hin rêveberên AKP'ê jî bi heman rengî ne. Rewşeke gefxwarinê timî heye. Dixwazin atmosfereke welê biafirînin ku ferasta 'Fatîhê duyemîn ez im, ez di vî şerî de bi ser ketim'. Halbûkî rastî ne bi vî rengî ye. Ev rewş şaş û metirsîdar e. Ji daxuyaniyên heyetê ev yek hate dîtin, ya jî ji nîqaşên heyetê yên piştî hevdîtina bi partiyên siyasî re ev yek hate dîtin: Beriya her tiştî şaş an jî rast, vê yekê rojeva nîqaşê ya Tirkiyeyê diyar kir. Ev erênî bû. Ji ber ku demokratîkbûn û kilîda wê jî pirsgirêka Kurd e. Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd jî Rêber Apo ye. Lewma ketina Rêber Apo ya li rojeva nîqaşên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rewşeke asayî ye. Rast nehatiye nîqaşkirin ew mijareke cuda ye, wê cuda dinirxînim. Lê belê nîqaşeke bi vî rengî jî girîng e. Çi bû bi zemîna nîqaşê re? Em ev yek dît, pêvajoyeke bi vî rengî ne cara destpêkê ye, berê jî agirbest hatin ragihandin, Rêber Apo, partiya me pêvajoyên dişibin vê yekê meşandin, hêvî hebû, bêhêvîtî hebû, xera bû em gihîştin vê astê. Yanî rewşeke nû nîne. Lewma em xwedî tecrûbe û danheviyan e. Li gorî demên bihurî gelek derdor, derdorên siyasî, partî nêzî hev in. Hinekî pêvajoyê fêhm dikin, di nava nêrîneke hevpar de ne. Guhertineke tam a mejî yan jî siyasî nîne, lê belê dibêjin ku ev rewş bi vî rengî nameşe, divê bê guhertin. Ev yek baş e, weke ku yekîtî heye. Lê belê hemû weke hev nîne. Di dema hevdîtinan de, dma daxuyanî hate dayin, heyeta AKP'ê got, 'me sohbet kir'. Ti kesên ku heyetê bi wan re hevdîtin kir ev gotin bi kar neanî. Ji nava AKP'ê hîn jî daxuyaniyên bi zimanê berê, heqaretê û têkbirinê tên. Ti eleqeya xwe bi rastiyê re nîne. Partiyên din hîn bêhtir hevgirtî ne. Nêzîkatiyên CHP'ê hevgirtî bû. Fikar hene ku AKP vê rewşê ji bo hilbijartinê bi kar bbîne. Bi taybetî li nava CHP'ê. Hin partiyên din jî di vê mijarê de gelek bi baldar in. Yekser vê didin pêş. Bêguman mafê wan jî heye. Lê tiştekî welê nîne ku ji bo hilbijartinê weke amûrekê bê bikaranîn. Rewşeke bi vî rengî, çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê, li ser vê bingehê guhertinên qanûnî, sererastkirina destûra bingehîn... Guhertineke reformê ji bo Tirkiyeyê nabe ku ji bo hilbijartinê bê bikaranîn. Ji bo serketina di hilbijartinê de ya hinekan ev yek nayê kirin. Ev yek wê nêzîkatiyeke gelekî erzan û ji rêzê be. Ev nêzîkatî deng nade qezençkirin. Bandorê li civakê nake. Berevjî vê yekê wê xezela di vê der barê de bê kirin were dîtin û dengê yên xwedî nêteke bi vî rengî be kêm bike. Fikarên bi vî rengî têne dîtin, lê me ev dît: Derdoreke rantxur heye. Me berê bal kişandibû ser. Vê pêvajoyê ev rastî jî eşkere kir, belê me pê zanî bû, pirsgirêka Kurd bi şerekî hate meşandin. Pirsgirêka 100 salî, şerekî 100 salî qewimî. Kurd dan şerkirin û li ser vê polîtîka meşandin. Sîstema modernîteya kapîtalîst a navneteweyî, dewletên di nav de ne, hêzên siyasî berjewendî jê bi dest xistin. Rantxuriya pirsgirêk û şerê Kurdan kirin. Di nava Tirkiyeyê de jî gelek rantxur hene. Ewqas derdor hene ku ji şer sûdê werdigirin, mîna kêrê tûj diaxivin, dibêjin em ê filan tiştî bikin. Bila keremkin bikin. Çil sal in şer dikin. Yên ku wê dibêjin di vê pêvajoya şer de li ku bûn? Yek rabe lêkolîn bike bê ew ê çi bikin, ji raya giştî re eşkere bikin wê baş be. Weke wezîfeyeke girîng a çapemeniyê mirov dikare vê bibêje. Me ev yek di nava derdora rastgir û neteweperest de jî dît. Ya rast CHP di nava derdora neteweperestiya civakî de gelekî hebû. Gelek derdor hebû ku ji vê pirsgirêkê, ji pirsgirêka Kurd û şer sûd werdigirt. Ji bo Rêber Apo berê gotibûn 'Prîma Apo', 'Prîma PKK'ê. Yanî bi vî rengî berjewendiya madî ji şer werdigirin. Me ev yek di vê pêvajoyê de dît. Nuqteyeke girîng ev bû.

'CIVAKA KURD JI ALIYÊ HEJMARÊ Û WESFÊ VE XURT E'

Herî dawî dikarim vê bibêjim. Pirsgirêka Kurd hem pirsgirêkeke zehmet e hem jî hêsan e. Çawa hêsan e? Pirsgirêka mejî û siyasetê ye. Pêwendiya xwe bi berjewendiyên madî, polîtîk û aborî re nîne. Pirsgirêka mejî ye. Mejiyê qirker, mêtinger û faşîst. Mejiyê ku Kurdan tine dihesibîne û dixwaze tine bike, polîtîkaya ji ber vî mejî ev pirsgirêk afirand. Eger tu rastiya Kurdan bibîne, mafên gelê Kurd fêhm bike, guhertina mejî bi vî rengî bike, demokratîk bibe tu yê pirsgirêka Kurd yekser çareser bike. Li gorî te, li gorî yekî wê yekser çareser bibe. Pêwîstî pê nîne ku sîstemeke êşkenceyê ya qirker, faşîst a 26 salan a li ser Rêber Apo bê avakirin. Wê pêwîstî bi van gotinan, bi van polîtîkayan nebe. Mejî û polîtîkayeke bi vî rengî wê yekser çareser bike. Mejî û polîtîka ne bi vî rengî be, eger tu gelekî ji 50 milyon mirovî tine bihesibîne û ji bo tinekirina wê hemû derfetên Tirkiyeyê bi kar bîne, êrîş bike, her tiştî ji bo tinekirina Kurdan, ji bo qirkirina gelê Kurd bi kar bîne, pirsgirêkeke zehmet e tu yê nikaribe bi ser bikeve. 100 sal in êrîş dikin, nekarîn bi ser bikevin. Kurd ji aliyê hejmarî û wesfê ve civakeke lawaz nîne. Gelê herî qedîm ê dîrokê ye, ji neolîtîkê tê. Gelê herî kevn ê Mezopotamyayê ye, çanda xwe, nirxên xwe gelekî xurt e. Tu yê çawa vî gelî tine bike? Tu ref bi ref ji Asya Navîn hatiye li ser pişta hespê, di dest de şûr, derdor talan kiriye û li Anatoliyê bi cih bûye. Ev yek bi saya kê bû? Bi saya Kurdan bû. Tu ji Kurdistanê derbas bû û hat, bi piştgiriya Kurdan te karîbû wê encamê bi dest bixe. Eger tu niha rabe şaxê tu li ser jê bike, tu yê bikeve kîjan rewşê? Rewşa heyî ya desthilatdariya Tirkiyeyê bi vî rengî ye. Rewşa desthilatdariya ku dixwaze Kurdan tine bike bi vî rengî ye.

Ne civaka Kurd ji aliyê hejmar û wesfê ve civakeke welê ye ku karibe bê tinekirin, bi fîzîkî bê qirkirin û bi asîmîlasyon û qirkirina çandî bê tinekirin, ne jî dewleta Tirk, civaka Tirkiyeyê di wê astê de ye ku karibin Kurdîtiyê ji bo Tirkan tine bike. Ji ber ku tu li ser pişta Kurdan bûye xwedî hebûnekê. Bi tifaqa bi Kurdan re te Anatolî ji xwe re kiriye welat, li wir bûye netewe. Ya ku tu xwe dispêre ev e. Eger tu Kurdan tine bike tu yê lingê xwe tine bike. Tu yê sparteya xwe tine bike. Hingî tu yê çawa hebe? Lewma Rêber Apo gelek caran got, 'Kurd bê Tirk, Tirk jî bê Kurd nabe'. Jiyana wan, hebûna wan bi hev re ye. Eger tu vê nebîne, bibêje her kesên li nava sînorên Komara Tirkiyeyê Tirk e, wê bibe Tirk, ez ê her kesî bikim Tirk, ev nabe, hêza te têra vê nake. Tu nikare bi ser bikeve, nikare pirsgirêkan çareser bike. Lewma tu nikare pirsgirêkan bi zora çekê çareser bike, tu nikare pirsgirêka Kurd bi rêbaza qirkirinê çareser bike, tu nikare bi ser bikeve. Bi çi dikarî çareser bike? Bi guhertina mejî, bi şoreşa mejî, bi guhertina polîtîkayê dikare çareser bike. Eger tu hinekî demokratîk bibe, cihêrengiyê bibîne, qebûl bike ku Kurd jî weke Tirkan gelek e, mafên xwe yên demokratîk û jiyaneke azad heye, tu yê di kêliyekê de çareser bike. Jİ ber vê yekê Rêber Apo got, em di nava hefteyekê de çareser bikin. Dibêje çareseriya min qebûl bikin, bila pêşiya vê vekirî be. Çima? Ji ber ku pirsgirêkeke welê ye ku bi guhertina mejî dikare bê çareserkirin. Ji ber vê yekê di nîqaşan de divê mirov polîtîka û mejiyê faşîst, nijadperest, neteweperest ê dewletê rexne bike.
Divê mirov berê nîqaşan bidin wê derê. Ji ber vê jî divê mirov bi nêrîneke azad, demokratîk rexneyê li siyaset û mejiyê qirker bikin û karibin ji holê rakin.

'YA SEREKE EW E KU RÊBER APO BI RENGEKÎ AZAD SIYASETÊ BIMEŞÎNE'

Rêber Apo jixwe 15-25 sal berê hin îhtîmalên cuda nirxandibû, me wisa fêm kir. Li gorî hin polîtîkayan pêşdît ku wê encam biçe ku derê. Her tim dişopîne. Ji ber vê geşedanan baş dizane, pêş dibîne û beriya herkesî dibîne. Li gorî wê helwestek û polîtîkayek pêş dixe. Encamên têkoşîna ku tê meşandin dît. Rast e, dibe ku têkoşîna me serkeftinên mezin bi dest nexist, nebir wir, lê belê plana çokdanînê jî têk bir. Ê ku difikirîn bi tevgera leşkerî çok bi Tevgera Azadiya Kurd bidin danîn, hatin rewşeke wisa ku bixwe birûxin. Yanî têkoşînê plana wan têk bir.

Li milê din li Rojhilata Navîn pêşketina şerê cihanê ya sêyemîn heye. Li herêmê rewşa bûyîna hêzêke hegemon a Îsraîlê heye. Jixwe Îran û Tirkiye di berê de hêzên hegemon in. Li Sûriyê desthilata Baasê ket. Li Iraq û Sûriyeyê pergala netew-dewletê rûxiya. Yê ber mayî jî wek statukoparêziya netew-dewletê Îran û Tirkiyê ma. Yanî em dikarin wiha bêjin, jixwe di vê şerê cihanê sêyemîn de mayîndebûna statukaparêziya netew-dewletê tunebû. Qet şansê wan a serkeftinê tunebû û niha têk çû. Di esasê xwe de Tirkiye jî Îran jî di vî şerî de têk çûn. Lê belê wê çawa bibin encamê di pêvajoya pey vî de wê ew diyar bibe. Yanî wê guhertin-veguhertinek çawa bijîn, ew ê diyar bibe. Rêber Apo ev yek nirxandin. Di vê çarçoveyê de dema ji Devlet Bahçelî daxuyaniyek wiha hat û hawirê Tirkiyê jî ji vê re vekirî xuya kir, Rêber Epo hewldanek, însîyatîfek wiha pêş xist. Bixwe jî îfade kir, van derfetan nirxand û got, 'şertên guncaw bên afirandin, bûyerên di pirsgirêka Kurd de dikare ji zemîna şer û pevçûnê bikşînim zemîna hiquqî û siyasî.' Dixwaze rewşa şer û pevçûnê bide sekinandin û pêşiya çareseriya hiquqî veke. Dixwaze pêşiya siyaseta demokratîk veke û pêvajoyeke ku di pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk pêş bixe veke. Got, 'hêza min ji vê re heye, dikarim çareseriyek wiha pêş bixim, di vir de dikarim rol bilîzîm.'

Di esasê xwe de ji bo banga ku jê re hatibû bi vî awayî bersiv da, însîyatîf girt ser xwe. Niha rewş wiha ye, dixwaze însîyatîf bigire û rol bilîze. Daxuyaniyên li ser navê Rêber Apo ya heyeta ku çûbû hevdîtînê, rêgezên bingehîn ên di asta deklarasyonê de, xebatên ku bi bawerî, hêvî, sebir dimeşîne helwesta Rêber Apo raber dike. Datîne holê ku çiqas bibiryar, bibawer û bi îddîa ye. Bixwe bawerbûnek pir mezin heye, samîmiyetek û daxwaza karkirinê heye. Birastî jî dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye demokratîk bibe, heta dixwaze çareseriyeke ku wê Rojhilata Navîn demokratîk bike pêş bixe. Di vî alî de hewldanek pir zêde heye. Bêguman ku şertên vê çêbibin, Rêber Apo wê van bike. Kî wê van şertan biafirîne? Pergala Îmraliyê kî li ser piyan digire, divê ew biafirînin.

'TÊKOŞÎN WÊ DIYARKER BE, DIVÊ HÎN XURTIR TÊBIKOŞIN'

Pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê kî afirand, ew 26 sal in kî rêve dibe? Pêwîste ew van şertên guncaw biafirînin û vê pergalê birûxînin. Dibêjin bila PKK xwe birûxîne. Em ji yên ku vê dibêjin re, wiha bersivê didin, ka destpêkê vê pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê, vê pergala ku Tirkiyê û Kurdistanê dixê tengasiyan birûxînin. Bila mirov bikaribin werin rewşeke kar dikin. Bila werin rewşeke ku bikarin nîqaş bikin… Wê piştre PKK were feshkirin an na, em wê nizanin. Wisa karekî hêsan e hema bila PKK fesh bikin, wê cihan di bin de bimîne. Yanî PKKî, ev dewlet e, ew dewlet e? Çi fêm dikin? Wê ezman hilweşin serê mirovan. Yek jî wê jiyana gelê Kurd a demokratîk û azad, tevlîbûna demokrasiya Tirkiyê wê çawa bibe? Pêwîste rêxistinbûnekê vê pêş bikeve.

Lewre ya sereke ew e ku rêya Rêber Apo bê vekirin da ku bi awayek azad siyasetê bimeşîne. Yanî rûxandina pergala Îmraliyê ye. Ev pêwîste. Lê belê qet hewldanek wiha nîne, xebatek wiha nîne. Li bendê ne ku di şertên Îmraliyê de Rêber Apo kerametek nîşan bide û her tiştê ku dixwazin bike. Ev ne gengaz e. Bi gotina Demîrel, li dijî sirûşta tiştê ye. Ew wisa digot. Nabe, ev pêk nabe. Di vî alî de destpêkê yê ku vê pergalê li ser piyan digirin divê ji bo vê pêvajoyê wisa bikin. Ji bo Rêber Apo rol bilîze. Yê ku ji wan re vê bide kirin çi ye? Bêguman wê têkoşîn bide kirin. Bala xwe bidin, 23'yê Cotmehê hevdîtîn di encamê têkoşînê de çêbû. 28'ê Kanûnê hevdîtîn di encamê têkoşînê de çêbû. Wek encamên hemleya kurevî ya azadiyê derketin pêş. Wê çaxê yê ku pergala Îmraliyê dimeşînin ber bi guhertinê ve bibe, tenê têkoşîn e. Yanî têkoşîna hêzên azadiya gelê Kurd, dostê wan û gelê Kurd e. Bi awayek çalak rêvebirina hemleya azadiyê ya kurevî ye. Divê gelê me vê baş bizane. Kurd, hêzên demokrasiyê ya Tirkiyê, ciwanên Kurd û jin divê baş fêm bikin. Divê em vê rastiyê baş fêm bikin. Bila kes ne li bendê be ku çareserî çêdibe, li ser masayê peyman werin çêkirin û her tişt were çareserkirin. Bila kes wek têkoşîn xilas dibe fêm neke. Tiştekî wiha tune ye. Dikevin têkoşînekê hîn tevlîhev û zêdetir. Di vî alî de divê hîn zêdetir rêxistinbûn hebe. Hîn zêdetir yekitî divê, têkoşîn divê.

Li hemberî her cure lîstîk û hîleyan, êrîşên faşîst û şerê taybet dive hîn hestiyar bibin. Di vî alî de divê em birêxistinkirî bibin, di nav yekitiyê de bin. Ya duyemîn divê pir hestiyar û xwedî tedbîr bin. Divê heta dawî têkoşer bin. Pêwîste têkoşîn nesekine. Divê vê pêvajoyê baştir fêm bikin, wê çareserî di destê me de be. Wê bi têkoşîna kedkar û gelan çêbibe. Ji ber vê divê berpirsyarî bigirin ser xwe û têkoşîn bimeşînin. Divê vê yekê him bi awayek çalak, him jî bi rê û rêbazên rast pêş bixin.

'DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVIN'

Divê ciwanên Kurd pêşengî ji vê re bikin, jin pêşengî bikin, gelê Kurd û dostên wan bikevin nav liv û tevgerê. Lê belê di vir de divê yê ku herî zêde rol bilîze hêzên demokratîk, çepgir û sosyalîst in. rêveberiya me jî di vê mijarê de bangawazî kir. Ji hêzên demokratîk a Tirkiyeyê re gotin xwedî li pêvajoyê derkevin, pêşengî bikin. Ev kar demokratîkbûna Tirkiyê ye. Wê di asta şoreşê de demokratîkbûnek çêbe. Wê çaxê daxwaza we jî ne ev bû? Tiştê ku dixwazin çêdibe. Ji ber vê divê têbikoşin. Xwedî lê derkevin. Bangawazî kirin. Ez tevlî van bangawaziyan dibim. Van bangawaziyan dubare dikim. Divê hemû hêzên çepgir, sosyalîst û demokratîk ên Tirkiyeyê ji herkesî zêdetir xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Divê bi gelê Kurd, ciwan û jinên wan re têkoşîna xwe bikin yek. Ji bo ev pêvajo bibe pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyê divê berpirsyarî bigirin û têbikoşin. Divê bi hev re têkoşîna demokratîkbûnê pêşbixin. Wê çaxê wê ev pêvajo pêş bikeve. Çareserî di aliyê rast de wê çêbibe. Di milê demokratîkbûna Tirkiyeyê de. Bêyî ku Tirkiye demokratîk bibe pirsgirêka Kurd çareser nabe. Di Tirkiyê de tu çareserî çênabe. Azadiya Kurdan bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re wek goşt û neynûk e.

Tiştekî din ê dawî jî bêjim. Derdorên desthilatdar dibêjin me têk biriye, şikandiye û em ê binax bikin. Divê ew gotin bisekînin. Em hewl didin hestiyarî û baldariya pêwîst a pêvajoyê nîşan bidin. Wek Uslub û fikir. Birastî jî dixwazin ev pêvajoyê ku Rêber Apo dixwaze bi coş, kelecan pêşbixe, serbikeve. Ji bo vê hewl didin. Lê belê civaka Tirkiyê jî divê bizane, bi van gefan ev nameşe. Bi wan gefan tiştek nabe. Rêveberiya PKK'ê di vê mijarê de daxuyanî da. Em her tim ji şer re jî amade ne, aşitiyê re jî. Divê bi asabê hêzên azadiyê neyê lîstîn. Birastî jî hinek guhertin tê xwestin, Tirkiye tê hezkirin. Di vê pêvajoyê ku Tirkiyê di rûxandinê de ye, hewldanên Rêber Apo ji Tirkiyeyê şansê dawî ye. Heger ev neyê nirxandin tiştên wisa jî çênabin. Li ser Kurdistanê têkoşîn zêdetir bûye. Gelek aktor hene, tenê dewleta Tirk nîne. Kurd bi herkesî re di vê astê de di nava peywendiyê de ne. Kurdistan navenda têkoşînê ye. Ji ber vê kes nikare Kurdan têk bibe.

‘GERÎLA BINGEH AVA KIR KU RÊBER APO ÎNÎSIYATÎF BIGIRE’

Kurd ne bêçareserî û ne bêalternatîf in. Rêber Apo li ser bingehê demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserî dixwaze. Em jî piştgirî didin vê yekê. Tenê ewqas e. Ji ber ku em ji vê bawer dikin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê, wê bibe demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî wê bibe sedem ku mirovahî ber bi jiyaneke demokratîk û azad ve biçe. Ji ber ku em ji vê yekê bawer dikin, em piştgirî didin. Em gavên di vî alî de diavêjin. Divê neyê hesibandin ku yekane bijartek ev e. Lewma eger tiştên nerênî derkevin holê, bila ti kes me berpirsyar nîşan nede. Weke tevger û gel em bi sebir, baldarî û hestiyarî li gorî pêdiviyên van tiştan tevdigerin. Tevî hemû êrîşên derdora desthilatdariyê. Ev qas kes girtin. Qeyûm tayîn kirin. Bi CHP’ê re evqas pevçûn pêş xistin. Tirkiyeyê dixin nava xebatên cuda. Tirkiyeya ku çareseriyê çêbike û demokratîk bibe. Ya din jî, şer dikin. Şer nesekinî ye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî û parçeyên Kurdistanê jî şer bi hemû dijwariya xwe didome. Pêngavek biçûk jî paşde nayê avêtin. Bila her kes vê bizane.

Yekemîn hêza ku bûyî sedemê bangek û fikreke wiha û bûyî sedem ku Devlet Bahçelî û derdorên din ên siyasî yên Tirkiyeyê bikevin nava nêzîkatiyeke wiha, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Ev teqez e yanî. Di navend, bingeh û pêşengiya vê têkoşînê de, şerê têkoşîna gerîlayên fedayî heye. Ev têkoşîn ji 15’ê Tebaxa 1984’an û vir ve li ser xeta lehengiyê didome. Ev têkoşîn di sala 2024’an de bi rastî jî li ser xeta lehengiyê ku navenda wê Zap û Metîna bû, dewam kir. Gerîla herî dawî bi hevrê Asya û Rojger nîşanî dost, dijmin û her kesê da xwedî wê hêz û derfetê ye ku dikare li navenda Enqereyê her derbeyê li dewleta Tirk bixe. Di sala 2024’an de, jixwe tifaqa AKP-MHP’ê hebû, PDK jî li ser vê hatibû zêdekirin, Iraq jî li ser zêde kirin, yanî Tirkiye bi vî rengî kete sala 2024’an. Bi wê îdîayê ketin Bakurê Iraqê ku wê tişteke bi navê PKK û pirsgirêka Kurd nemîne. Tayîp Erdogan bixwe ev yek gotibû. Di tevahiya salê de jî bi yekîneyên zirxî ketin her derê. Bi piştgirî û pêşengiya artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê, her cure êrîş pêk anîn. Gotin, em kîlîtê digirin. 4 sal in vê artêşê nekarî çeperekî jî bixîne. Çeperek jî ev 4 sal in li ber xwe dide. Artêş bi her tiştê xwe ve êrîş dike. Bi dehan û sedan çeperên gerîla hene, hatine amadekirin. Li gelek qadên Kurdistanê hene. Çeperên nû çêdikin. Şer ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Li her qada Bakurê Kurdistanê ye. Şer tenê li çiya nîne, li bajar û her derê ye. Di astên cuda de û li dijî hedefên cuda. Li gorî taybetmendiyên wan didome. Duh jî, hin rexne hebûn ku çima şer nayê kirin. Herhal Wezîrê Parastinê digot, me hin bombebaran pêk anîn ma hûn nabînin, em ji vê zêdetir çi bikin. Di du rojan de 46 êrîşên hewayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn. Ya din cuda. Jixwe şerê li aliyê din cuda ye. Dibêje, ma em ê hîn zêdetir çi bikin? Jixwe ji bejahî ve nikare tiştekê bike. Dibêjin me kîlît girt, hemû çîrok in. Ketine nava çiya û keviran. Tam ketine nava çiravekî. Çiyayên Kurd wan diwestînin, parçe dikin û gerîla jî wan diperçiqînin. Herî kêm li ber xwe dide. Eger piştgiriya Iraq û PDK’ê nebe, di rojekê de wê hemûyan bike der. Rastî jî ev e. Em vê wiha bizanin. Ji vî alî ve şer didome. Çalakî tên dayîna çapemeniyê. Navenda Çapemenî û Ragihandinê jî û Biryargeha me ya Navendî jî rojane encaman parve dike. Rewş wiha ye. Jixwe rewş têra xwe zehmet e. Tiştekî ku ew bikin nemaye. Ketine nava tengasiyê. Rewşa êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, teqez wiha ye.

Fermandariya me jî nirxand. Hêza gerîla zêde ye, potansiyela wan zêde ye. Qadên wan berfireh in. Zû bi zû dikare xwe nû bike, pêş bixe, qadên xwe yên şer zêde bike, hedefan biguherîne, terza wê û derfetên pêşxistina taktîkan gelek zêde ye. Heger di pêvajoya pêşiya me de şer dewam bike, divê mirov hesaba van jî bike. Tişta ku rê li ber vê yekê vekir, berxwedana qehremane ya gerîlayan a Zapê ya li Herêmên Parastina Medyayê bû ku plana jinavbirinê têk bir. Gerîla ji Rêber Apo re derfeta înîsîyatfê afirand. Bi vê boneyê careke din gerîlayan silav dikim, serkeftina wan pîroz dikim. Hemû şehîdên qehreman bi rêz û minetdarî bi bîr tînim.

DAGIRKIRINA EFRÎNÊ Û ÊRÎŞA LI SER TIŞRÎNÊ

Digotin hejmara şehîdan bûye 6, 21 kes jî birîndar bûne. Li wê derê êrîşî gel dikin. Bi rojan e, bi hefteyane li Tişrînê berxwedaneke mezin heye. Bi rastî jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya gelê Kurd dîrokekê dinivîsin, têkoşîneke destanî didin. Xweparastinê li ser xeta qehremaniyê didomînin. Vê yekê bi wêrekî û fedakariyê dikin û dê bi ser bikevin. Pêşiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekiriye. Tekane hêza ku dê di avabûna Sûriyeya nû de bibe model û xwedî bandor Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lewma ev têkoşîn, ev xwîna diherike, ev wêrekiya tê nîşandan û ev fedakarî dê bi serkeftinê tacîdar bibe. Em dizanin ku hem gelê me yê Rojavayê, hem jî gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê gelek baş dizanin. Ez ji vir berxwedaniya wan a qehremane silav dikim, pîroz dikim û di şexsê Bavê Teyar da hemû şehîdên qehreman bi rêz û minedarî bi bîr tînim.

Êrîşa li ser Efrînê destpêka êrîşên li ser vê herêmê bû û giring bû. Divê mirov êrîşa 20'ê Çileya 2018'an a dagirkirina Efrînê kêm nebîne. Efrînê li dijî êrîşên ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe û bi piştgiriya NATO'yê pêk dianî, du mehan li ber xwe da. Ew bi rastî jî berxwedana rûmet û qehremaniyê bû. Hêzên Rizgariya Efrînê afirand û ev hêz heta niha jî ji bo rizgarkirina Efrînê şer dimeşînin.

Ez vê berxwedana mezin di 7'emîn salvegera wê de careke din silav dikim. Şehîdan bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. Her kesê ku ji bo rizgarî û azadiya Efrînê şer dike silav dikim û serkeftinê dixwazim.

Efrîn bajarê Kurdistanê ye lê têra xwe taybet e. Efrîn qadek wisa ye ku mirov dikare ji bo xilaskirina wê her tiştî bike û her cure fedakariyê nîşan bide. Ji ber vê yekê dê têkoşîna Efrînê nesekine, dê xilas nebe.

Dewleta Tirk, piştî Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kir. Bi hêzên paramîlîter jî bi hêzên Artêşa Netewî ya Sûriyeyê jî hewl dide Minbic, Şehba û wan derdoran dagir bike. Bi HTŞ'ê re tifaq daniye. Lê ya muhîm dagirkeriya dewleta Tirk e. Bo nimûme nîqaşên wekî li Sûriyeyê jinûve avabûn dê çawa pêk were û piştî rêveberiya Esad dê çi were avakirin, tên kirin. Û ev nîqaş her bi ser QSD'ê re tên kirin, yanî ji ser rewşa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Rojavayê Firatê tên kirin. Halbûkî li Sûriyeyê hêzeke dagirker heye. Dewleta Tirk, desthilata AKP'ê. Ala Tirk hatiye daliqandin, dibistanên Tirkî hene. Wek navçeyeke Tirkiyeyê tê birêvebirin. Hewl didin Girê Spî û Serê Kaniyê jî wisa bi rê ve bibin. Lê li wir dagirkerî heye û qadên dagirkirî hene. Yên ku behsa dahatûya Sûriyeyê dikin divê ewil li hember dagirkeriya dewleta Tirk seknekê nîşan bidin.

Ya duyem, êrîşên bênavber tên kirin. Artêşa Netewî ya Sûriyeyê hemû çîroke e. Hemûyan baz dida û belav dibûn. Ma me li ser televîzyonê temaşe nekir? Hêzên QSD'ê, YPJ-YPG'ê, çend êrîş kirin û ew perîşan kirin, belawela bûn. Piştre dewleta Tirk bi lez û bez ket dewrê. Bênaber bi balafirên keşfê êrîşên hewayî dike. Bi hemû hêza xwe ya teknîk berê xwe daye wir. Qaşo Artêşa Netewî ya Sûriyeyê li wir şer dike, ev çîrok e, artêşeke wisa di vî şerî de nîne. Hêza şer dike dewleta Tirk e. Yanî dewleta Tirk êrîşî Tişrînê, Reqayê dike. Êdî dev ji Rojavayê Kurdistanê berda, bi mebesta dagirkirina Sûriyeyê êrîşan dike. Jixwe pêşengiya hilweşîna pergala Esad jî kir. Kir ku rêveberiya dewleteke endama Neteweyên Yekbûyî hilweşe. Baş e, ma ev tu berpirsiyariyê li ser Tirkiyeyê ferz nake? Helbet heye, lê kes vê nanirxîne, nîqaş nake. Niha ji vî aliyê ve, li Sûriyeyê di hilweşîna rêveberiya heyî de, watedarkirina rola Tirkiyeyê xelet e. Rêber Apo ji bo roja Tirkiyeyê ya di komployê de gotibû "gardiyanî". Rola AKP'ê ya li Sûriyeyê, ya heta hilweşîna rejîma Baasê her tim gardiyanî bû. Endamên DAÎŞ'ê jî dixwaze. Dixwaze wan biparêze, wan li qadên din bi kar bîne. Di rastiyê de her tim polîtîkaya şantajê bi rê ve bir. Çete û penaber wek gef bi kar anîn. Desthilata AKP'ê bi salan e emrê xwe bi van polîtîkayan dirêj dike û li ser piyan dimîne. Dixwaze  DAÎŞ'ê dîsa bistîne. Jixwe li ser medyayê gelek tê behskirin ku DAÎŞ ji nû ve tê. Heger dewleta Tirk wan hinekî bi dest bixe dê wan zêdetir bi kar bîne. Lewma rola wê ji gardiyaniyê wêdetir neçû. Tayyip Erdogan wekî ku bi ser ketiye raya giştî xapand û xwe motîve kir. Daxuyaniya serkeftineke derewîn kir. Lê kes nabêje ka dê ev bi Tirkiyeyê çi bide windakirin. Dê di demek nêz de bibînin ku ev polîtîkayên Erdogan gelek giran in û berdêlên giran li ser Tirkiyeyê ferz kirine. Rewş wiha ye. Hem hêzeke dagirker e hem jî êrîşkar e. Artêşa Netewî ya Sûriyeyê nekare tiştekî bike, niha bi hêza artêşa Tirk dixwazin Tişrînê bi dest bixin. Sedema wê jî ew santrala li wir e, çav berdaye çavkaniyên aborî. Dixwaze bi dest bixe, an na wê îmha bike. Êrîşî hemû qadên jiyana civakê kir. Embarên genimî, depoyên avê, hemû şewitandin, talan kirin û rûxandin. Bi ser de sivîlan qetil dike. Gelê sivîl bi merdane çûye li wir û parastina xwe dike. Lê dewleta Tirk êrîşî gel dike. Bi vî awayî pêşî li dagirkirina Efrînê vekir. AKP'ê Efrîn wisa dagir kir. Kesî dengê xwe nekir, bereks piştgirî dane AKP'ê. Efrîn ji ber vê yekê hat dagirkirin. Lewma niha evqas sîvîlan qetil dike. Sûcê şer dike. Dîsa kes dengê xwe nake. Dinya tiştekê nabêje. Qaşo dê wir bikeve wir û hêza aborî bi dest bixe û ev dê bibe serkeftina wê. Qaşo dê şerekî bike û dê bi ser bikeve. Hat rewşeke wisa Şerê Tişrînê. Wisa tê famkirin ku dê encamên wê yên siyasî pir berfrireh bin.

Li qadeke wisa teng wek pevçûnekê xuya dike lê şîdeta vî şerî gelek mezin e û dê bandora wê ya siyasî jî mezin be. Wisa xuya dike ku dê di nîqaşên jinûveavakirina Sûriyeyê de bibe hêzeke diyarker.

Gotin me bi dest xist, lê rojnamegeran derewan derxist holê. AKP'ê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetil kirin. Da ku kesek din behsa rastiyê neke ew qetil kirin. 6 rojnamegerên ku xwedî li wan derketin jî girtin. Ji ber ku ew van poltîkayên şerê qirêj teşhîr dikin tên girtin û qetilkirin.

Êrîşên li ser Herêmên Parastina Medyayê jî didomin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yanî Tişrînê jî li dijî gelê sivîl bi êrîşên xwe sûcê şer dike. Bi rêya qeyûman êrîşan xwe didomîne. Operasyonên qirkirina siyasî û girtin didome. Ne tenê li şaredariyan, qeyûm tayînî Baroya Stenbolê jî dikin. Erdoganê ku digot ez ê bi hilbijartinê werim, îradeya gel ji bo min giring e, êdî nikare bi hilbjartinê bi ser bikeve. Lewma li holê îradeya gel filan jî nema. Êdî berjewendiya Erdogan çi be, karê wî tê de çi be li gor wê tevdigere. Êrîşeke di vê çarçoveyê de heye. Û dema van hemûyan dike, rewşa înîsiyatîfgirtina Rêber Apo derdikeve pêş, hewldanek wiha çêdibe.

Guhertinek xuya nake. Mirov wiha difikire, belkû jî em siyasetê baş nizanin! Li aliyekê tu yê qala aştiyê bikî. Tu yê zextê li ser Rêber Apo çêbikî, ku bi lez bibe afirênerê aştiyê. Hem jî tu yê li her aliyê, li hundir û jiderve şer evqasî dijwar bikî. Tu yê êrîşan bidomînî! Ma wiha dibe? Ma wê ti guhertin çênebe? Yanî ma bi vî rengî ti aliyê wê yê pêbawer heye? Raya giştî lewma bi guman û fikar lê dinêre. Li Kurdistanê jî wiha ye, li cihanê jî wiha ye, li Tirkiyeyê jî wiha ye û li derdorên demokratîk jî wiha ye. Di rastiyê de em ji bo xirakirina vê fikar û gumanê, propagandayê dikin. Ji ber ku bi fikar û guman em nagihijin ti derê. Divê her tim fikar hebe helbet. Lê ya girîng ew e ku tu dê têbikoşî. Tu dê bi têkoşînê, tişteke nû pêş bixî. Li vê yekê dinêrin û dibêjin tiştek naguhere. Baş e, lê divê em vê desthilatdariyê bi têkoşînê bînin wê astê ku nekare van êrîşan bimeşîne, da ku em bikarin pêşî li guhertinê vekin. Ev desthilatdarî her tiştê nake. Wê têkoşîn bike, hêzên demokratîk bikin. Em ê desthilatdariyê bixin zehmetiyê û pêşî li guhertinê vekin. Guhertin esas e. Tirkiye ketiye nava pêvajoya guhertinê. Guhertin li ser bingehê demokratîkbûnê dibe. Ji vir û şûnde yê xwe biguhere, wê bimeşe. Yê bibe demokratîk, wê bibe pêşeng. Yê guhertina demokratîk bike. Yê neyê guhertin, demokratîk nebe jî wê hilweşe. Ji bo kesek hilneweşe, ez bang dikim ku bi taybetî derdorên demokratîk û sosyalîst pêvajoyê rast fêm bikin, guhertina demokratîk hîn bileztir di hundirê xwe de ava bikin û pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Ez serketinê dixwazim.